Xwepêşandanên Berlîn û Zurîhê: Gerîla wê çokan bi we bide danîn

Di çalakiyên protestoyî yên li Berlîn û Zurîhê de girseya gel bertek nîşanî malbata Barzanî ya ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dike da û got, “Ma bes nebû, xençerkirina we ya Kurdan” û diyar kirin ku gerîlayên azadiyê wê çok bi dagirkeran bidin danîn.

Di çalakiyên protestoyî yên li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarê Zurîh ê Swîsreyê de, peyama berxwedana topyekûn hat dayîn. Di daxuyaniyan de wiha hat gotin: “Însiyatîfa a gelê me ye. Her cure çalakiya li dijî dagirkerî û hevkarên wan rewa ye.”

BERLÎN

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Zap û Avaşînê yên bi piştgiriya PDK û NATO’yê dike li paytexta Elmanya Berlînê hate protestokirin.

Meşa ku li ser banga Meclîsa Jinê ya Nav-Berlîn û Dest-Danê ve bi dirûşmeya “Em Kurdistanê diparêzin” hat lidarxistin li Hermannplatzê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Di meşê de bi sedan Kurdistanî û dostên wan heta Schonleînsttasse, Kottbûsser Tor meşiyan û daxuyaniyên saziyên civaka Kurd ên weke Kon-Med û Nav-Yek hatin xwendin.

 Di meşê de pankartên ku bi zimanê Elîmanî li ser wan hatibûn nivîsandin, “Em êrîşên dewleta Tirk, piştgirî û hevkarên wê şermezar dikin!” û “Artêşa Tirk a faşîst û dagirker ji Kurdistanê bicehime” hatin hilgirtin.

Parlamenterê Dîe Lînke yê Eyaleta Berlînê Ferat Koçak ku di dema meşê de axivî, diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi hevkariya NATO'yê pêk tên. Koçak bang li Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê kir û got, “Bazirganiya çekan a bi dewleta Tirk re rawestînin.”

Li ser navê jinên Kurd Nûre Alkiş axivî û anî ziman, “Em heta dawiyê li pişt şervanên xwe ne. Ey malbata Barzanî, ma ne bes nebû, xençerkiriina we ya Kurdan?”

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz di daxuyaniya xwe de got, “Cil û bergên li ser Barzanî yên dijminên Kurdan e. Gerîla rûmeta gelê Kurdistanê diparêze. Ji ber vê yekê divê em xwedî li gerîla derkevin.”

Girseyê di çarçoveya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

ZURÎH

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a nû ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin, li ber Sefaretxaneya Tirk a li Zurîh a Swîsreyê daxuyaniyek hat dayin.

Hevserokê CDK-S'ê Îsmaîl Kardaş ku di çalakiyê de daxuyanî da, diyar kir ku weke Kurd ew ê li her qadê li berxwe bidin û bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Kardaş got, “Li çavên me dinêrin, difikirin ku çokan bi me bidin danîn. Hûn kê ne? Ma qet we ji dîrokê ders negirtiye? Ma hûn qet dîrokê naxwînin? Gelê Kurd tu carî serî netewand, ne li ber Tirkan û ne jî li ber Ereban. Hûn xwe çi dihesibînin, alçaxno! Yê li pêşberî we ye, gerîlayê azadiyê ye ku wê we bi îradeya polayî çok bi we bide danîn. Li beramberî we gelê Kurd heye ku tu carî li ber we çok nedaniye û wê çok ne deyne jî. Careke din hûn ê bilindahiya xwe bipîvin. Em li pêşberî raya giştî ya Ewropayê û sefaretxaneya we ya dagirker vê yekê di rûyê we de dibêjin. Hûn ê çok deynin, ne em. Gelê Kurd êdî nîşan daye ku bin nakeve. Em ê qadan ne terkînin û ger hewce bike em ê li vir jî sing bi sing li hemberî we şer bikin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê çalakgeran dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Nêzîkatiya polîsên Swîsreyê yên li hemberî hewldanên provokasyonê yên faşîsteke Tirk ên li dijî gel ku gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Şehîd namirin” û “Ciwan fedayiyên Apo ne” berz kirin”, bû sedem ku çalakvan bertek nîşan bidin.

Girseya gel li ber Sefaretxaneya Tirk ji du aliyan ve rê li trafîkê girt û ji bo protestokirina provokasyon û helwesta polîsan rûnişt.

Piştî ku di encama muzakereyên bi polîsan re destûr hat dayîn ku ber bi Gara trênê ya Zurîhê ve bimeşin, çalakgeran pankarta “Kurdistanê biparêze” vekirin û heta stasyonê meşiyan.

Di daxuyaniya hevpar a li ser navê sazî û pêkhateyên Kurdistanî yên li Swîsreyê hat dayin de, li dijî dagirkeriyê banga seferberiyê hat kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, “Însiyatîf a gelê me ye. Her cure çalakiya li dijî dagirkerî û hevkarên wan rewa ye.”