'Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye'

KCÊ-E'yê got, "Heta Rêber Apo dîlgirtî be em ê jî dîlgirtî bin, heta Rêber Apo azad nebe em ê jî ne azad bin" bang li gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin ser piyan.

Bi navê Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ), ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya ku bi sernavê, "Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye" wiha ye:

"Di serî de em wek Koordînasyona Civaka Êzidî a Ewropayê, bi navê hemû sazî û pêkhateyên civaka xwe, roja reş a 15'ê Sibatê bi tundî şermezar dikin û dibêjin ku tu hêz wê nikaribe bi dîlgirtina fizîkî pêşî li raman û felsefeya Rêbar Apo bigre.

Plana hêzên komloger ew bû ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, rê li ber raman û felsefeya wî bigre. Lewre ev raman û felsefe alternatîfa pergala desthilatdar a cîhanê bû û li gor hişmendiya pergala serdest, diviyabû pêşî li ber vê alternatîfê bihata girtin. Dewleta Tirk a faşist û qirker jî, bi dîlgirtina Rêber Apo dixwest serhildana gelê Kurd (ku wek serhildana 29'emîn tê binavkirin) wek yên berê bişikîne û dîsa Kurdan bike bin nîrê koledariyê.

Lê demajoyê da nîşandan ku ne xewnên hêzên hegemonîk û ne jî yên dewleta dagirker û qirker pêk hatin. Berovajî vê, raman û felsefeya Rêber Apo wek nexşerêyek hemû gel û baweriyan derket pêş, belav bû û wekî li Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê tê dîtin, vê felsefe û bîrdoziyê xwe îspat kir ku dikare bibe çareseriya arîşeyên heyî û di mijarên azadî, pêkvejiyan, wekhevî û jiyana komûnal de dikare bibe alternatîfek bêhempa. Lewra jî her ku diçe ev raman û felsefe ji aliyê hemû gel û baweriyan ve tê pejirandin û li ser hîmê berxwedanê xwedîderketinek gewre tê nîşandan. Bi taybet xwedîderketina ku jin nîşan didin ne belasebeb e, ew azadiya xwe di vê ramanê de dibînin.

Ev xwedîderketin ji aliyê Civaka Êzîdî ve, bi taybet ji aliyê Şengaliyan ve, her ku diçe mezintir dibe. Ji ber ku Êzîdiyan bi çavên xwe dîtin ku tenê ev raman û felsefe dikare ji birînên wan re bibe derman û wan ji fermanan biparêze. Encamên fermana 3.08.2014'an li ber çavan e û Êzîdiyan ji bîr nekiriye ku kê Şengal bi awakî îxanetwarî di nav lepên DAÎŞ a hov de hişt û kî bi hawara wan ve hatin.

Ya ku civaka Êzîdî li derveyî welêt bi rêxistin kir, ku karibe yekîtî û tifaqa xwe biafirîne û nehêle winda bibe, dîsa ev fikir û ev felsefe bû. Lewma civaka Êzîdî jî, bi bîr û baweriyek mezin azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dît. 

Ger Mam Zekî û Mam Beşîr ji Ewropayê berê xwe dan xaka bav û kalan, ev jî şopdariya riya Rêber Apo bû. Heke ji her çar perçeyên welêt bi sedan kesên ku bi dê û bav ne Êzîdî bûn, ji bo parastina cîh û war, nirx û pîrozgehên civaka Êzîdî canê xwe dabin, ev jî bîr û baweriya bi wê felsefeyê bû.

Berxwedana îro li Êzdîxanê pêk tê li ser bingeha vî fikir û  vê felsefê ye. Ji ber ku ji civaka Êzîdî û Êzdîxanê re hêviya herî mezin Rêber Apo û paradîgmaya wî ye. Lewma em dibêjin, wek civaka Êzîdî ji her kesî zêdetir em deyndar in ku li Rêber Apo xwedî derkevin.

Di salvegera vê roja reş de pêwîst e civaka me dost û dijmin, yar û neyar, egîd û îxanetkaran ji hev derxe û nas bike. Lewra nasîn bingehek ji ya dînê me ye. Wek tê zanîn, di demajoya dîlgirtina Rêber Apo de gelek hêzan rolê xwe hebûn. Yek ji van hêzan jî PDK bû. Hêzên komloger rolek dabûn PDK'ê jî. Li gor wan, wê tevgera azadiyê têk biçûya û wê  Kurdistan radestî PDK'ê bikirina. Ev xewna wan jî pêk nehat lê hevalbendiya PDK'ê bi dewleta faşîst re ku êrîşan ji ser Şengalê ranewestînê, hîna jî berdewam e. Di hemû êrîş û bimberdomanên ser Şengalê de tiliya PDK'ê heye, hevkariya wê û îxaneta wê heye. Pêwîst e hemû Êzîdiyên xwedî ojdan û bi rastiya dînê xwe bawer, vê rûreşî û îxaneta PDK'ê ya li ser tevaya Êzîdiyan bibîne. Ew kesên ku xwedêgiravî nûnertiya Êzîdiyan di nav PDK'ê de dikin jî, divê rastiya vê şebekeya îxanetê bibînin û heke bi rastî dilşewêtiyek wan li ser civaka Êzîdî hebe, bes piştevaniya vê îxanetê bikin. Ger vê nekin divê bizanin ku hesabê îxanetê gelekî giran e û dîrok wê vî hesabî bipirsê.

Li aliyê din dewleta faşîst destpêka meha Sibatê dîsa êrîş bir ser Şengal, Mexmûr û Dêrika Hemko a Rojavayê Kurdistanê. Sê deverên, ku dixwazin xwe li ser rêçikên paradîgmaya ku Rêber Apo afirandiye bi rê ve bibin, hedef hatin girtin. Di bingeha xwe de ev êrîş li dijî ramana Rêber Ocalan pêk hatin. Lewre ev raman Kurdê azad e, jina azad e, civaka azad e û baweriya azad e. Û dewleta faşîst dijminê azadiyê ye. Kesê azadîxwaz, kesê demokrasîxwaz û kesê xwedî vîna azad di hedefa vî dijminê xwînxwar de ne.

Di dawiyê de dubare em vê roja reş û hêzên komloger şermezar û protesto dikin û bang li civaka Êzîdî dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan be, di çalakî, protesto û meşan de beşdariyek aktîf pêk bîne. Lewre heta Rêber Apo dîlgirtî be em ê jî dîlgirtî bin, heta Rêber Apo azad nebe em ê jî ne azad bin."