Xebatkarê Heyva Sor Halîl Guney jiyana xwe ji dest da
Halîl Guney (64) ê xebatkarê Heyva Sor ê bi salan, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Halîl Guney (64) ê xebatkarê Heyva Sor ê bi salan, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Halîl Guney ê bi salan li Hambûrg û derdora wê di nav xebatên Heyva Sor de cih girt, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
Guney ji gundê Qulundere yê Depê bû. Ji sala 1982’yan ve li Elmanyayê bû.
Hat zanîn ku rewşa Halîl Guney ji nişkan ve ne baş bûye û rakirine nexweşxaneyê, lê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Halîl Guney di morgeke li bajarê Stade e. Roja Duşemê wê li Alîagaya Îzmîrê li ba dê û bavê xwe bê veşartin.
Kurdistaniyên li Hambûrgê û derdora wê, bi jidestdayîna jiyana xwe ya Halîl Guney gelek xemgîn bûn.