Di Festîvala Çandê ya Ludwigshafenê de çanda Kurdî hat nasandin
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya Mannheimê bi xwarin, muzîk û performansên govendê yên Kurdî beşdarî Festîvala Çandê ya Ludwigshafen ê Elmanyayê bû û eleqeyek mezin dît.
Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya Mannheimê bi xwarin, muzîk û performansên govendê yên Kurdî beşdarî Festîvala Çandê ya Ludwigshafen ê Elmanyayê bû û eleqeyek mezin dît.
Festîvala Çandê ya Ludwigshafen ê Elmanyayê bi hevkariya şaredariyê, Meclisa Koçberî û Entegrasyonê û Deutsche Staatsphilharmonie hate lidarxistin. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê ya Mannheimê (NÇM) beşdarî festîvalê bû.
Di çarçoveya festîvalê de standên kevneşopî yên Kurd hat danîn û xwarinên Kurdî hatin pêşkêşkirin. Standa gastronomiyê rastî eleqeyek mezin hat.
Komên muzîkê yên herêmî derketinser dikê û performansa xwe pêşkêş kirin. Bi taybetî cil û bergên neteweyî yên jinan û gevenda Kurdî bala temaşevanan kişand.
Di şahiyê de stranên Kurdî hatin gotin û ji hêla beşdaran ve bi balkêşî hatin şopandin.
Festîvala ku nirxên çandî yên Kurdî hat nasandin, bi coş bi dawî bû.
