Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê: Em ji girtina Fîncanci bi fikar in

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê da xuyakirin ku ew ji girtina Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi fikar in û got ku Fîncanci ji bo mafê mirovan miroveke wêrek e.

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê, têkildarê girtina Serokê Konseya Navendî ya TTB'yê Şebnem Korûr Fîncanci Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya li ser hesabê Twîtter ê Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê hat parvekirin de wiha hat gotin: “Em ji girtina Şebnem Korûr Fîncanci bi fikar in. Ew, ji bo mirovan miroveke wêrek e. Îdiayên di derbarê wê de, divê li gor rêgezên raseriya hiqûqê werin eşkerekirin. Azadiya derbirînê tiştek ji tiştên herî hêja yê her civakê ye.“