Wezareta Karê Derve ya Hollandayê bersiva da pirsnameya têkillî girtiyên nexweş

Wezareta Karê Derve ya Hollandayê bersiv da pirsnameya parlamentera SP'ê Van Dîjk a têkilî girtiyên siyasî yên li Tirkiyê.


Parlamenter Van Dîjk 26'ê Çile têkilî hijmara girtiyên siyasî yên li Tirliyê, kirinên li dijî girtiyan, rewşa tendiristiyê ya Aysel Tugluk, bê ka Tirkiye li gorî peymanên navnetewî tevdigere yan na pirsname dabû Wezareta Karê Derve. Di bersivê de ya bi îmzeya Wezîrê Karê Derve W.B Hoekstra diyar kir ew hay ji xizmeta tendiristiyê ya girtiyên nexweş hene, Konseya Ewropayê bi rêya projeyeke xurtkirina kontrola derve ya saziyên ceza înfazê qewl kriye ku rewşa girtiyên nexweş ên Tirkiyê baş bike.

Di bersivê de bi berdewamî hate gotin Hollanda li ser mijara rajorbûna hiqûqê ya li Tirkiyê û li ser mijara mafê mirovan bi mitaleyên giran e,azadiya ramanê, mafê darizandina dadmenD jî di nav de mafê mirovan hîmê bingehî yê polîtîkaya derve ya Hollanda ye û Hollanda vê mijarê li qada navnetewî, li gelek forûmên pirhêlî û di hevdîtinên du alî de bi meqamên Tirk re bi asta resmî û siyasî nîqaşan dike.

Têkilî rewşa Aysel Tugluk jî di bersivê de hate gotin, ''Hikûmet hay ji rewşa Rêzdar Tugluk heye û sefareta li Enqerê rewşê dişopîne. Agahiyên dawî ku hikûmetê standî, rewşa tendirsiyê ji hêla saziyên têkildar ve tê lêkolan, Rêzdar Tugluk xwest ku şandeyeke serbixwe ji hêla tendiristiyê ve kontrola wê bike.  Hollanda miteleyên xwe yên têkilî rewaşa mafê mirovan a li Tirkiyê bi pergal û bi her astê tîne ser ziman û li Ewropayê û li qada navnetewî wê vê bidomîne. Weke ku di bersiva 4'an de hatiye dayin, hikûmeta hay jê heye ku li Tirkiyê girtî nikarin xwe bigihîninmafê tendiristiyê. Hikûmet ji sala 2020'an û vir ve hedefên Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan û Demokrasî ya YE'yê dipejirîne ku ev Plan bi rengekî aşkere behsa başkirina şertên girtiyên li welatê sêyan dike. Bi vê çarçoweyê  Hollanda  bi rêya projeyeke xurtkirina kontrola derve ya saziyên ceza înfazê ya Konseya Ewropayê qewl kiriye ku rewşa girtiyên nexweş ên Tirkiyê baş bike.''