Wê li Berlînê konferansa aştî û demokrasiyê were lidarxistin

Bi tevlêbûna gelek hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên ji Tirkiyeyê wê konferansek were lidarxistin. Konferans wê di 21 û 22’ê Îlonê de were lidarxistin.

Gelek hunermend, akademîsyen û siyasetmedarên ji Tirkiyeyê li Berlîna Elmanyayê hatin ba hev ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk wê konferansekê li dar bixin.

Derbarê konferansa 2 rojan a ku wê di 21 û 22’ê Îlonê de were lidarxistin, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Di daxuyaniyê çapemeniyê de ev tişt hate diyarkirin

“Kesên ku bawerî bi welat û cîhaneke azad û aştiya civakî anîne divê di konferansê de werin ba hev.

Bi şer û gefên şer hewl tê dayin ku doza Kurdan bi şîddetê were çareserkirin. Her roj li mal û kolanan zarok û jin tên qetilkirin, ji ber nasnameya xwe ya etnîk mirov tên lînçkirin, xwezaya Mûnzûr, Heskîf, Çiyayên Kazê tên hilweşandin. Nabe ku em çavê xwe ji van tiştan re bigirin.

Werin em aştiya civakî bi hev re ava bikin. Werin em bi hev re nîqaş bikin ku em ê civaka ku xwe dispêre dewleta civakî, mafê mirov û heywanan diparêze, mafê nasnameyên cihê diparêze , wekhev û pêşîvekir , çawa ava bikin. Werin em derbarê pêdiviyên Tirkiyeya azad gotinên xwe bikin yek.”