Li Freiburgê mitînga piştgiriya YPJ û zimanê Kurdî
Li Freiburg a Elmanyayê ji bo parastina zimanê Kurdî û naskirina fermî ya YPJ’ê mitîng hat lidarxistin.
Li Freiburg a Elmanyayê ji bo parastina zimanê Kurdî û naskirina fermî ya YPJ’ê mitîng hat lidarxistin.
Li bajarê Freiburg im Breisgau yê Elmanyayê ji aliyê Meclisa Jinan a Şehîd Nûda, Meclisa Gelê Kurd a Freiburgê û Die Linke ve ji bo xwedîerketina zimanê Kurdî mitînga "Em hemû YPJ ne" hat lidarxistin. Bi dehan Kurdistanîû dostên wan beşdarî mîtînga li Europlatzê bûn.
Di çalakiyê de, belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û li gel hatin belavkirin.
Di axaftina li ser navê organîzasyonê hat kirin de hat diyarkirin ku gelê Kurd li ku derê be bila bibe divê xwedî li ziman û çanda xwe derkeve. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Gel bi ziman û çanda xwe heye. Gelekî ku nikaribe ziman û çanda xwe biparêze, di demê re wê ji rastiya xwe dûr bikeve.”
Di axaftinê de hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hat rexnekirin û xwest ku bi fermî YPJ’ê nas bike. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku YPJ’ê bi hezaran şehîd dane û divê wekî xwe were naskirin.
Di mîtîngê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Em hemû YPJ ne", "Bijî YPJ", "Bijî berxwedana Rojava" û "Zimanê me hebûna me ye" hatin berzkirin.
Mitîng bi stranên komên muzîkê yên herêmî û gernadina govendê bi dawî bû.
