Viyan Soran li Zurîch û Hîldesheîmê bi meşaleyan hate bîranîn

Bi pêşengiya TêkoJin li Zurîchê meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin.

Di meşê de ku bi dirûşma "Agirê Viyan Soran agirê Rêber Apo ye" hate lidarxistin, Viyan Soran hate bîranîn ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe dabû ber agir.

Ciwanan pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re" hildan û Veysî Taş û Mehmet Akar jî bi bîr anîn.

HÎLDESHEÎM

TêkoJin li Hannoverê jî doh êvarê saet di 18:00 de li bajarê Hîldesheîmê xwepêşandanek lidar xist.

Di çalakiyê de ji bo têkoşîna li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang hate kirin. Her wiha jinên ku di têkoşîna dijî faşîzmê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.