Li paytexta Rûsya Moskowayê li ser mijara çavkaniyên pêşveçûna Rojava yên siyasî, civakî, navneteweyî û çandî konferansek hate lidarxistin. Akademîsyen, rojhilatzan, kurdolog û zanyarên beşên cuda yên ji zanîngehan beşdarî konferansê bûn.
Hevseroka Desteya Karên Derve ya Rojava Îlham Ehmed, rêveberê navenda lêkolînên stratejîk a kurdî Newaf Xelîl û hevseroka Desteya Perwerdeyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hecî Elî bi online başdarî konferansê bûn û pirsên akademîsyenan bersivandin.
Konferans nûnerê Rêveberiya Xweser ê Rûsyayê Reşad Bênav hate vekirin. Reşad Bênav behsa kar û xebatên nûnertiyê kir û bal kişand ser girîngiya avakirina pireke zanyarî û çandî. Rêşad Bênav got, “Lidarxistina bernameyên bi vî rengî wê xizmeta xurtkirina pêwendiyên Rûsya Rojava û tevahiya herêmê bike.”
Akademîsyenê ji beşa kurdnasiyê Vadîm Makarenko, Krîl Vertayev, Profesor Stanislav Îvanov di axaftinên xwe de rola dîrokî ya kurdan li herêmê, analîzên dîrokî û pêşbîniyên xwe li ser rewşa heyî anîn ziman.
Her wiha ji zanîngehên Rûsyayê yên cuda, Marînîn Aleksey, Tîmûr Vasîlenko, Şoreş Abî li ser girîngî û pirsgrêkên ziman, tomarkirin arşîv û statîstîkên girêdayî Rojava û pêwîstiya xebatên zanistî û pêşvebirina zanîngehên li Rojava rawestiyan.
Folklorist û Kurdolog Tatyana Odîntsova di axaftina xwe da ser mijara govendên Rojava axivî û xeteriya li ser çandê taybet li ser govendên kurdî anî ziman û piştî dagirkirina Efrînê tehrîbatên li ser çandê hatine kirin bi dîmen û statîstikan raberî mêvanan kir.
Îlham Ehmed bi kurtasî rewşa heyî şîrove kir û piranî pirsên akademîsyenan yên ser mijarên cuda bersivand.
Hevseroka desteya perwerdeyê Semîra Hecî Elî li ser sîstema perwerdeyê û hejmar û daneyên heyî axivî û bi van zanyariyan bala akademîsyenên Rûs kişand.
Di dawiya konferansê da nûnerê Rojava yê li Rûsyayê Rêşad Bênav ev tişt anî ziman: “Xebatên bi vî rengî wê derfet bide ku civaka Rûsya bêtir Rojava nas bike û pireke civakî, zanyarî û çandî ava bibe. Di ev serdema hesas de pêwîste xwe bispêrin diyalogan û hevkariyan ku bi hev re ji nav pirsgirêkan derkevin, Dostên me gelek in û nêrin û rêbaz dibe cuda bin lê armanca me teva çaresekirina pirsgrêkan e. Ji bo wê hêvî dikin xebatên bi vî rengî dewam bikin.”