Tevna Lêgerîna Alternatîf bi dirûşmeya "Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst" bi sernavên "Em cîhana xwe dixwazin!, Li ber xwe bide, bi dest bixe, jinûve ava bike, perwerdehiyeke otonom bike û xwe birêxistin bike" amadekariyên konferansa xwe ya 4'an dike. Konferans di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin. Konferans wê di navbera 7-9’ê Nîsanê de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bê lidarxistin. Têkildarî amadekariyên konferansê “Network for an Alternative Quest" (Tora Lêgerîna Alternatîf) û Însiyatîfa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re" daxuyaniyeke nivîskî dan.
‘EM DIKARIN JI VÊ KAOSÊ DERBIKEVIN’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha li cîhanê şewateke wisa bi lez çênebûye û wiha hat gotin, “Di sedsala dawîn de ne tenê ziman û çandên cuda winda bûne, her roj gelek nebat û heywan jî tune dibin. Modernîteya kapîtalîst û mêr-serwerî, ne tenê civaka mirovan di heman demê de cîhana me jî tîne ber hilweşînê. Lê tu tişt bê hêvî nîne, eger em seknek kolektîf raber bikin, em dikarin ji vê kaosê derbikevin. Ji bo vê yekê eger em niha hin tiştan bikin, pêwîst nake ku em li cîhanek din bigerin; em cîhana xwe dixwazin!”
DI HER SÊ KONFERANSAN DE ALTERNATÎF HATIN NÎQAŞKIRIN
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di her sê konferansên dawî de bi sedan xwendekar, rewşenbîr, aktîvîst û tevger hatin cem hev û wiha hat gotin, “Li vir me li ser astengiyên heyî û çawaniya derbaskirina van astengiyan û rexneyê kîjan alternatîf çêkiriye, nîqaş hatin kirin. Ji çar aliyên cîhanê û Tevgera Azadiya Kurd, bi taybetî jî ramanwerê wê yê sereke Abdullah Ocalan, ji bo xurtkirina têgihiştin û pratîka me ya kolektîf hatin cem hev.“
WÊ BAL BÊ DAYÎNA SER JI NÛ VE AVAKIRINÊ
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku mijara sereke ya konferansa îsal wê li ser ji nû ve avakirinê be û hat gotin, "Huner, Perwerde û avakirina Konfederalîzma Demokratîk." Di konferansê de agahî hatin dayin ku “Modernîteya Kapîtalîst - Rejîma Kuştina Pirjimar, Qirkirina Ekolojîk, Qirkirinên Civakî, Femînîsîd û Epîstemîsîd, Perwerdeya Serbixwe û fikirên Abdullah Ocalan wê bên nîqaşkirin.
AGAHIYÊN BERFIREH ÊN TÊKILDARÎ QEYD Û TEVLÎBÛNÊ
Ji bo konferansê qeydan dest pê kiriye. Hat diyarkirin ku kesên ku dixwazin tevlê konferansê bibin dikarin wekî konferansên berê gotarên xwe pêşkêşî vê konferansê bikin an jî beşdarî atolyeyan bibin.
Di daxuyaniyê de têkildarî tevlêbûna konferansê, ev agahî hatin dayîn:
“*Kesên bixwazin tevlê xebatên atolyeyê bibin, dikarin pêşniyarên xwe (Herî kêm 200 peyv) heta 20’ê Çileyê bişînin navnîşana mailê ya mailto:[email protected] Xebatên hatine hilbijartin, heta 20’ê Sibatê bê ragihandina kesên serlêdan kirine.
*Kesên serlêdana banga gotaran kirine jî, divê heta 25’ê Çileyê serlêdanên xwe bikin. Pêvajoya hilbijartina serlêdanan, wê 5’ê Sibatê bi dawî bibe. Gotarên hatine qebûlkirin (Bi awayê ku 3 hezar peyvan derbas neke) heta 15’ê Adarê divê bên şandin.
*Ji bo agahiyên rojane yên derbarê mijar û serlêdanên ji bo gotar û atolyeyan, mirov dikare bi navnîşana web a Network for an Alternative Quest (https://www.networkaq.net) xwe bigihijînê. Dîsa di konferansê de wê bi zimanên cuda wergera sîmûltan jî bê kirin, ji bo wergervanên bi xwestek jî li vir bang heye. Ji bo xwegihandina agahiyên têkildarî konferansên berê hatin kirin, mirov dikare bi vê navnîşana YouTube xwe bigihijînê:
https://www.youtube.com/channel/UCfvAXN4TnvlRl_dUQXiQJ3g
Navnîşana xwe gihandina bi organîzasyonê jî wiha ye: mailto:[email protected]
SAZIYÊN KU DI ORGANÎZASYONA KONFERANSÊ DE CIH GIRTÎN
Saziyên konferans organîze kirîn, ev in:
* Însiyatîfa "Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re"
*Tora Akademîsyenên Kurd (KURD-AKAD)
*Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK)
*Kovara Kurdistan Report (SKU)
*Buroya Jinên Kurd a ji bo Aştiyê (Cenî)
*Civaka Azad
*Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê e.V.
*Navenda Têkîliyên bi Gelê Kurd
*Navenda Jineolojiyê
*Akademiya Modernîteya Demokratîk