TJK-E'yê ji bo çalakiyên 23'ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi bîr xist ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di 23'ê Nîsanê de wê li gelek welatên Ewropayê çalakî bêne lidarxistin û banga tevlîbûnê li her kesî kir.

TJK-E'yê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek da û got, "Dewleta Tirk a dagirker faşîst ji bo destê xwe li Rojhilata Navîn xurtir bike û sînoran ji nû ve diyar bike, li ser Kurdistanê dest bi şerekî topyekûn kir. Dewleta Tirk ku qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanca esasî, bi mejiyê îmha û tunekirinê bi her awayî êrişî gelê me û welatê me dike. Ev şer ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd e. Ji bo desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst Kurdê herî baş Kurdê mirî ye. Û ev desthilatdariya faşîst mîna sedan sal in tê kirin di vê sedsalê de jî dixwaze Kurdan û nirxên wan tune bike. Desthilatdariya AKP-MHP'ê hebûna xwe spartiye vê armancê. Êrişên ku 17'ê Nîsanê destpê kirin ev plan gihandiye asteke nû."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"PDK bi tevlîbûna li nava vî şerê qirêj re dijminatiya xwe li Kurdên azad û Kurdistanê ragihandiye. Dîrokê gelek caran ispat kiriye ku ji bo PDK'ê yekane tişta girîng berjewendiyên malbatî û eşîrî ye. PDK ji bo vê xiyanetê li gelê xwe dike, bi her awayî piştgirî û derfetê dide dewleta Tirk û bi vî rengî di vî şerî de rola herî qirêj dilîze, derfet û dewlemendiya Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike. Dijminatiya dewleta Tirk a faşîst ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kiriye û PDK'ê ya li Kurd û Kurdistanê êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Jin û gelê Kurd wê vê xiyanetê ti carî ji bîr nekin û derseke dîrokî bidin PDK'ê. Pêlava mekapê ya zer ku li Londonê jinan hildan jorê, ne tenê çalakiyek bû; di heman demê de xwedîderketina li rûmeta xwe bû, hesabpirsîna ji xiyanetê bû. Jinên Kurd wê bi vê têgihiştinê hesab ji xayinan û dijminên Kurdan bipirsin.

Divê em ji bîr nekin ku ev şer ne tenê di navbera dewleta Tirk û gerîla de diqewime. Ev şer li dijî gelê Kurd, Kurdistanê, li dijî rûmeta gelê Kurd, li dijî bawerî, ziman, xak û ava Kurdan hatiye ragihandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ji bo parastina van nirxan, ji bo Kurdîtiya Azad û Kurdistana Azad bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Dem hatiye ku em jî li her devera lê ne bi berxwedana dîrokî hesab bipirsin. Gelê me, jin û alîgirên azadiyê divê bi berxwedana li dijî faşîzma dewleta Tirk û xiyaneta PDK'ê, li gel gerîla cih bigirin û li dijî qirkirin û xiyanetê her roj di nava berxwedanê de bin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku 23'ê Nîsanê di serî de meşa li Frankfûrtê ya bi pêşengiya TÊKO-JIN bê lidarxistin wê li gelek welatên Ewropayê meş û mîtîng werin lidaristin û bang li her kesî hate kirin ku tevlî van çalakiyan bibin.