TJK-E’yê banga tevlêbûna meşa 14’ê Kanûnê ya li dijî tecrîdê kir

TJK-E’yê banga tevlêbûna meşa ku wê 14’ê Kanûnê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Brukselê bê lidarxistin, kir.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di daxuyaniya nivîskî de, banga tevlêbûna çalakiya ku wê 14’ê Kanûnê di saet 13.00’an de li Qada Lûxemboûrg a li ber Parlamentoya Ewropayê bê lidarxistin, kir.

TJK-E’yê wiha got: “Em hemû jî dizanin bi van bêhiqûqiyên ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo tên meşandin, planek a tunekirina têkoşîna Azadiya Kurdan e. AKP-MHP a faşîst hem ji derve û hem jî hundir tengav bûye û car din Kurdan hedef digrin û li dijî hemû nirxên wê, şer dike.”

Di daxuyaniyê de bi domdarî wiha hat gotin:

“Di pêvajoyek a ku polîtîkayên êrîş û qirkirinê yên li dijî gelê Kurd zêde bûne de, daxuyaniya parêzeran fikar da û derxist holê ku divê mîsyona CPT’ê bê lêpirsînkirin. Nayê qebûlkirin saziyek a ku divê pêşiya êkenceyê bigire, li dijî van tiştên diqewimin bêdeng bimîne.

Divê em berpirsyariyên CPT, Konseya Ewropa û hemû saziyên navneteweyî li bîra wan bêxin û xwedî li mîsyona ku dîrokê daye me, derbikevin. Lewma 14’ê Kanûnê di serî de jinên Kurd, bi tevlêbûna gelê Kurd û dostên wê em li dijî tecrîdê bi ruhê seferberiyê dadikevin qadan. Divê hûn di vê meşê de bi gelê Kurd re bin û hêz bidin berxwedanê.”