TJK-E: Li Strasboûrgê ji bo rûmeta xwe em werin cem hev
Berdevka TJK-E'yê ji bo salvegera 15'ê Sibatê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir ku li her kes li Strasboûrgê kom bibe.
Berdevka TJK-E'yê ji bo salvegera 15'ê Sibatê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir ku li her kes li Strasboûrgê kom bibe.
Berdevka Dmê ya Tevgera Jina Kurd a Ewropayê (TJK-E) Rabîa Baldemîr, ji bo 15'ê Sibatê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir.
Baldemîr got, ''Di sala 24'an a komployê de di serî de jinên ku wê werin li Straboûrgê bêne cem hev, ciwan, enternasyonalîst, sosyalîst, dilxwazên azadiyê, ne tenê ji bo Rêber Apo, ji bo nirxên civakî ku Rêber Apo temsîla wan dike tevdigerin. Çi kesê ku dibêje, 'dema azadiyê ye', em bang li wan dkin ku bibin parçeyek ji vê têkoşîna birûmet, vê tifaqê!''