TJK-E: Em ê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 23'an a Komploya 15'ê Sibatê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û ji bo çalakiyên 12'ê Sibatê banga tevlîbûnê kir.

TJK-E'yê di destpêka daxuyaniyê de hêzên komploger şermezar kir, şehîdên demokrasî û azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî û asta xwedîderketina li Rêber Apo ya gel û jinên Kurd û dostan silav kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bersiva herî xurt a ji komployê re bê dayin, bilindkirina têkoşînê ye, belavkirina xeta sosyalîzm û azadîxwaziya jinê, demokrasiyê ya Rêber Apo li Rojhilata Navîn e.

TJK-E'yê got, "Têkoşîna ku gelê Kurd, gerîlayên azadiyê, jin û ciwan 23 sal in li dijî komployê dimeşînin, serketinên girîng bi xwe re aniye. Divê em van serketinan, di sala 24'an a komployê de li hemû parçeyên Kurdistanê veguherînin jiyana azad û demokratîk a gelê me û demokratîkkirina Rojhilata Navîn. Bi rojane li gelek qadan çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî têne lidarxistin û çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo dewam dikin. Li her welatî, gelê me û dostên me daxwaza azadiya Rêber Apo dilkin. Bi taybetî cihgirtina jinan, demokratan û dijberên sîstemê li gel gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, hêzê dide têkoşîna me.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) em careke din dibêjin 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'. Ji bo hesab ji hêzên komploger bê pirsîn di serî de jinên Kurd wê gelê me li qadan hêrsa xwe bînin ziman. Têkoşîna me ya ku bi pêşengiya jinên Kurd mezin dibe, wê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bike û ji bo azadiya Rêber Apo bi baweriyeke mezin li qadan dersa pêwîst bide faşîzmê. Li ser vê bingehê, em bang li her kesî dikin ku bi berpirsyariyeke mezin tevlî çalakiyên 12'ê Sibatê bibin. Di serî de jin, em bang li gelê xwe, ciwanan, rewşenbîran, femînîtsan, parêzvanên mafên jinan, hunermendan, ekolojîstan û hemû hêzên demokratîk dikin ku di serî de Strasbourg beşdarî çalakiyên li gelek navendên Ewropayê bibin."