TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn ji bo çalakiya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kirin

TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn, ji bo çalakiya 14’ê Sibatê ku dê li Strasbourg a Fransayê bi boneya salvegera 27’emîn a komploya navneteweyî were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn, bi wesîleya salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî û dîlgirtina Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de, daxuyaniyek hevpar dan. Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku komployê ne tenê Rêber Apo, di heman demê de têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê û îradeya wan a siyasî jî hedef girtiye.

Di daxuyaniyê de, her wiha hate diyarkirin ku raman û perspektîfên çareseriyê yên Rêber Apo planên hêzên komploger têk birine û hat gotin ku tevî tecrîda li girtîgeha Îmraliyê jî ev armanc bi ser neketin.

TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn, diyar kirin ku di salên dawî de aktorên nû tevlî komployê bûne û êrîşên li ser Rojava berdewamiya vê pêvajoyê ne. Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku Rojava hedef tê girtin ji ber ku ew qadeke ku ramanên Rêber Apo lê têne bicîhanîn.

TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn, diyar kirin ku planên li dijî gelê Kurd têk çûne û banga misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo û statuya Rojava hat kirin.

TEV-ÇAND Ewropa û Hunera Mizgîn, herî dawî ji bo çalakiya "Azadî ji bo Rêber Apo, Statû ji bo Rojava" ku wê di 14’ê Sibata 2026’an de li Strasbourgê were lidarxistin, banga tevlîbûnê li hunermend, rewşenbîr û tevahiya gelan kirin.