Teqîna li Belçîkayê: 2 Kurdên Êzidî jiyana xwe ji dest dan

Eşkere bû ku di teqîna li avahiyeke li Belçîkayê de ku beriya 2 rojan pêk hat, ji 4 kesên jiyana xwe ji dest dane 2 jê Kurdên Êzidî ne.

Di roja destpêkê ya salan nû de li bajarekî Belçîkayê teqînek çêbûbû.

Li herêma Turnhoutê ya li ser sînorê Hollandayê, ji ber gazê teqînek li avahiyekê qewimî.

Di vê teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gorî agahiyan ji kesên jiyana xwe ji dest dan 2 kes Êzidî ne.

Hevjîn Bayloz Şevêşiyan û Nadîa Şamoyan ku Êzidiyên ji Ermenistanê ne, ji ber teqîn û hilweşîna avahiyê jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku cenazeyên Bayloz û Nadîa wê Pêncşemê li Goristana Êzidiyan a li bajarê Bîelefeldê yê Almanyayê bêne veşartin.

Piştre jî li Mala Êzidiyan a Bîelefeldê wê xêr û xêratên wan bêne dayin.