Hevdîtin di çarçoveya hewildanên dîplomatîk ên ji bo xurtkirina diyalogê bi saziyên Ewropayê re hatin kirin. Di her du hevdîtinan de aliyan geşedanên li herêmê nîqaş kirin û bal kişandin ser girîngiya avakirina mekanîzmayeke şopandinê ya navneteweyî.
Ev mekanîzma dê bi armanca şopandina pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Veguhestî de were avakirin, da ku mafên siyasî, çandî û medenî yên gelê Kurd werin misogerkirin û rê li ber her binpêkirinekê li dijî pêkhateyên din bê girtin. Her wiha hat diyarkirin ku divê amûrên ji bo çareseriyeke siyasî werin xurtkirin.