Tecrîd û dagirkerî li Lozanê hat protestokirin
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanî didomîne, li bajarê Lozan ê Swîsreyê hat protestokirin.
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên ku dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanî didomîne, li bajarê Lozan ê Swîsreyê hat protestokirin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê û Meclîsa Jinan a Lajînê, li qada St Laûrent çalakiyek hat lidarxistin.
Di daxuyaniya hat dayîn de, hat gotin ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê kirin, wê gelê Kurd li qadan bin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk ewlehî û jiyana Abdullah Ocalan weke hêmanek a gefê bi kar tîne û di serî de qadên jiyanê yên sivîlan êrîşê Kurdistanê dike. Bang li raya giştî hat kirin ku bi hestiyar tevbigere.
Di çalakiyê metna çapemeniyê ya bi Fransî hat xwendin. Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, bi dawî bû.