Tecrîd li Atînayê hat protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Atînayê hat protestokirin.

Li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Kurd û dostên wan ên li Atînaya paytexta Yewnanistanê, bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê meşiyan.

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêsberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û bêdengiya CPT û gelek saziyan hat teşhîrkirin. Girse, ji qada Akademiyê heta Balyozxaneya Tirk meşiya. Di meşê de pankartên ji bo teşhîrkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û TJK-E’yê hatin hildan. Bêyî navber dirûşmeyên “Erdoganê kujer’’, “Tirkiyeya faşîst a terorîst’’, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Îmralî” hatin berzkirin.

Girse ku gihişt ber avahiya balyozxaneyê, dirûşm berz kirin û tecrîda Îmraliyê protesto kir. Ji bo şervanên azadiyê yên di Şoreşa Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, deqeyek rêz hat girtin. Piştre Erkan Erencî li ser navê Navenda Çanda Kurd a Atînayê daxuyanî da.

Erencî diyar kir ku bêdengiya welat û saziyên Ewropayê, nayê qebûlkirin û xwest ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd demildest bi dawî bibe. Erencî got ku ger tecrîd bi dawî nebe, wê her roj çalakiyan li dar bixin û wê hêzên ku piştgiriyê didin tecrîdê, teşhîr bikin. Erencî anî ziman ku CPT divê demildest têkildarê serdana xwe ya li Îmraliyê daxuyaniyekê bide.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.