Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Cejna Newrozê ya ku di dîroka Kurdistanê de weke roja berxwedan û têkoşînê tê pîrozkirin, li Hamburgê bi coşeke mezin pîroz kir. Li pêşiya kompleksa çandê ya Rote Flora ku li taxa Sternschanze ye, şahiya Newrozê dest pê kir; tevî endamên TCŞ’ê, Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk a Hamburgê, Meclîsa Jinan a Rojbîn, enternasyonalîstên Elman û Kurdistanî beşdar bûn.
Kurdistaniyên ku li ber kompleksa çandê ya Rote Flora bi coş kom bûn, bi stranên Newroz û berxwedanê govend gerandin. Endamên TCŞ’ê derketin ser avahiya Navenda Çandê ya Rote Flora, ala PKK’ê û pankarta “Newroz ji Rêber Apo, Gerîla û Gelê Kurd re pîroz be” vekirin. Girseyê bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bersiv da şahiya fîşekên hewayî ya TCŞ’iyan.
Çalakî bi pankarta “Newroz Pîroz Be” û deqeyek rêzgirtin ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê TCŞ’ê Ferhat Mêrdîn axivî û got: “Em vê Newrozê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên şoreşa Kurdistanê dikin. Bi ruhê Newrozê, em ê ji bo azadkirina rêbertiya xwe her tiştî bikin. Ciwan wê berpirsyariya dîrokî ya li Kurdistanê bigrin ser milê xwe. Ji Rojhilat heta Rojava, em ê her derê Kurdistanê bi ruhê Newrozê azad bikin. Agirê Newrozê wê bibe agirê azadiya Kurdistanê.”
Piştî axaftina Mêrdîn, Kurdistaniyên ku bi meşale û fîşekên hewayî ber bi rêrewa Feldstrasse ve meşiyan, bi her carî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Bijî Berxwedana Kurdistanê” berz kirin. Gelê ku li taxa Feldstrasse bi govend û dirûşmeyan heta derengiya şevê pîrozbahiya xwe domand, bang kirin ku her kes tev li Newroza Frankfurtê ya 21’ê Adarê bibe.