Swîsreyê bang li Tirkiyeyê kir: Li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere
Hikumeta Swîsreyê pirsnameyeke li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa Tirk bersvivand û xwest bila dewleta Tirk li gorî normên hiqûqa navneteweyî tevbigere.
Hikumeta Swîsreyê pirsnameyeke li ser bikaranîna çekên kîmyewî ya artêşa Tirk bersvivand û xwest bila dewleta Tirk li gorî normên hiqûqa navneteweyî tevbigere.
Brîgîtte Crottaz ê ku parlementerê Partiya Sosyalîst e ya ku li Swîsreyê yek ji hevkarê hikumetê ye, meha borî agahiyên li ser çekên kîmyewî ya ku dewleta Tirk li ser Kurdan bi kar tîne, xistibû rojeva meclîsê. Crottaz pirs ji hikumetê kiribû dewleta Tirk di sala 2021’an de li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar aniye û gelo haya hikumetê ji vê rewşê heye yan na.
Hikumeta Bernê bersiv da parlementer Crottaz û diyar kir haya wan jê tuneye ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne lê ew ê geşedanên li ser vê meseleyê bişopînin. Hikumeta Swîsreyê got “Divê tevî çavdêrên serbixwe bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolîn û li hemberî kesên vê qedexeyê tevnegeriyane jî gavên hiqûqî werin avêtin. Dema ku di sala 2019’an de Tirkiyeyê li hemberî Sûriyeyê tevgereke leşkerî dabû destpêkirin hikumeta me ev tişt wekî binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî dîtibû û rexne kiribû. Em bang li aliyên şer dikin ku bila li gorî hiqûqê tevbigerin û di warên mirovî de li vê hiqûqê tevbigerin.”
Di bersivê de hate diyarkirin rayedarên Swîsreyê dixwazin dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere, di warên mafên mirovan û heq û azadiyên bingehîn de jî berpirsyariya xwe bi cih bîne.