Swîsre ji bo tûra duyemîn bi îdîa ye
Li Tirkiyeyê hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma. Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk li Swîsreyê amadekariyên xwe yên ji bo tûra duyemîn zêde kirine.
Li Tirkiyeyê hilbijartina serokkomariyê ji tûra duyemîn re ma. Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk li Swîsreyê amadekariyên xwe yên ji bo tûra duyemîn zêde kirine.
Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, li Swîsreyê 34 hezar 337 deng ji Kemal Kiliçdaroglû re (Sedî 57,6) derketibûn. Ji sedî 56.79’ê hilbijêran çûbûn ser sindoqan û Kiliçdaroglû 10 hezar û 300 ferq avêtibû Tayyîp Erdogan û bûbû yekemîn. Erdogan ji dengan sedî 40,33 stand.
Hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn, li Swîsreyê wê di 20-24’ê Gulanê de were kirin. Navenda koordînasyona hilbijartinê ya Swîsreyê ya Partiya Çepên Kesk û Tifaqa Ked û Azadiyê roja Pêncşemê li bajarên Aargaû û Bernê civîn lidar xistin û dest bi xebatên tûra 2’emîn kirin.
Koordînasyona di daxuyaniyê de diyar kir ku armanca wan a vê tûrê, hilbijêrên ku 14’ê Gulanê neçûn ser sindoqan, di vê tûrê de bigihînin sindoqan û dîktatoriya rejîma yekzilamî têk bibin.
Hat gotin ku ji bo hilbijêr biçin ser sindoqan, li Aaraû, St. Gallen, Basel, Zurîch û Bellîzonayê otobus hatine eyarkirin.
Di civînan de qala girîngiya tûra duyemîn hat kirin. Koordînasyona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk bang kir ku hilbijêr divê teqez biçin ser sindoqan.
Civîna ku li komeleya Elewiyan a Wîndîsch a li kantona Aargaûyê hat kirin, serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Swîsreyê Bînalî Saglam, CHP, Partiya Çepên Kesk û pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê tevlî bûn.
Di vê civînê de li bajarên St. Gallen, Aaraû, Zurîch, Bellînzona û Baselê otobus hatin girtin û biryar hat dayîn ku ji 20’ê Gulanê û vir ve hilbijêrên ku derfetên wan nîn in biçin ser sindoqan, bên gihandina ser sindoqan.
Li Bernê jî di civînê de ku ji parlamenteriya berê ya HDP’ê Yûrdûsev Ozsokmenler, serokê avakirina SYKP’ê Tûncay Yilmaz û şaredarê berê yê Êlihê Nejdet Atalay tevlî bûn, hat gotin ku Tayyîp Erdogan di tûra yekemîn de tevî hîle û zextan qezenc nekiriye û di tûra duyemîn de wê teqez têk biçe.