Swîsre: Em 'îdîa'yên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî dişopînin

Konseya Federal a Swîsreyê ragihand ku ew mijara êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk dişopînin. Konseyê diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava jî ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ye.

Konseya Federal a Swîsreyê bersiv da pêşnûmepirsên Parlamentera Partiya Sosyalîst a Parlamenta Neteweyî Claudia Friedl û ji Keskan Nikolas Walder ên li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewÎ û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava.

NE LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ Û ŞERTÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YE

Konseya Federal ku ji rêveberiya welêt berpirsyar e ev bersiv da:

"Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê bi meqamên Tirk re di nava têkiliyê de ye. Wezaretê piştî van êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê ku ne li gorî hiqûqa navneteweyî û şertê Neteweyên Yekbûyî ye, fikarên xwe tavilê anî ziman. Bang li Tirkiyeyê hatiye kirin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de erkên xwe bi cih bîne û çi dibe bila bibe rê nede kuştina sivîlan. Swîsre weke welatê malovan ê hevdîtinên li Cenevreyê, ji bo piştevaniya li aştî û ewlehiya li herêmê bi rengekî du alî û piralî bi rengekî çalak dixebite.

EM 'ÎDÎA'YÊN LI SER BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIŞOPÎNIN

Herî dawî Swîsre û partnerên wê, mijara têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ku tê îdîakirin ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye bikaranîn dişopînin. Bi taybetî baweriya xwe bi pozîsyona Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) a li dijî van sûcdariyan tîne."