'Swêd divê helwesteke hişk nîşanî dewleta Tirk bide'

Parlamenterê Swêdê Håkan Svennelig bal kişand ser êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li ser bajarên Kurdan û ji Swêdê xwest ku helwesta xwe ya li dijî vê yekê hişk bike.

Deklarasyona Karên Derve ya Swêdê ya salane, bi pêşengiya Wezîra Karên Derve Anna Lindh li Parlamenta Swêdê hate nirxandind.

Di nirxandina deklarasyonê de Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîkaya Derve ya partiyê Håkan Svennelig axivî û diyar kir ku divê Swêd helwesta xwe ya li dijî Tirkiyeyê hişk bike. Svennelig got, "Li Tirkiyeyê parlamenterên muxalefetê têne girtin" û diyar kir ku artêşa Tirk êrişî bajarên Kurdan dike.

Svennelig got, "Li gel helwesta êrişkar a artêşa Tirk, Swêd û Yekîtiya Ewropa ji bo kampên penaberan pereyan didin û rejîma Erdogan weke endamekî paşerojê yê Yekîtiya Ewropayê dibînin. Hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa divê li dijî bûyerên neyînî yên li Tirkiyeyê helwesteke tund nîşan bidin."

'DEMOKRASÎ TÊ PARÇEKIRIN'

Håkan Svennelig bi dewamî got, "Li Tirkiyeyê demokrasî bi temamî tê parçekirin. Partiya muxalefetê ya alîgirê Kurdan HDP ku partiya sêyemîn a herî mezin a welêt e, bi îdîanameya ji aliyê Dozgerê Komara Tirk ve hatiye amadekirin bi rîska girtinê ya rejîma Erdogan re rû bi rû ye. Di doza ku navê 'doza Kobanê' lê hatiye kirin 108 siyasetmedar ji ber ku bang li gel kirin ku sala 2014'an li dijî êrişên DAÎŞ'ê nerazîbûnê nîşan bide, têne sûcdarkirin. Rejîma Erdogan bi rengekî dijî pîvanên demokratîk, siyasetmedaran mehkûm dike û dixwaze HDP'ê bigire."

Håkan Svennelig anî ziman ku li gel vê yekê jî di bin navê danûstandinên ji bo endametiyê de Yekîtiya Ewropa pereyan dide Komara Tirkiyeyê û got, "Divê Swêd bixwaze ku eger Tirkiye HDP'ê bigire yan jî nûnerên wê bi dozên komî mehkûm bike, divê danûstandinên ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê bê betalkirin." Svennelig bi vî rengî ji Swêdê xwest ku helwestê nîşan bide.

'DEWLETA TIRK XWE DISPÊRE NATO'YÊ Û ÊRIŞÎ KURDISTANÊ DIKE'

Di civînên parlamentê de Håkan Svennelig her wiha got, "Rejîm ne tenê zextê dike, di heman demê de ji aliyê leşkerî ve jî êrişan dike. Bi taybetî êrişan li herêmên Kurdan dike. Ji destpêka meha Sibatê ve artêşa Tirk êrişên hewayî li herêmên Kurdan ên li Bakurê Iraqê û Sûriyeyê kir. Bombe li ser kampên sivîl û penaberan hatin barandin, binesaziya herêmeke ku komên Kurd li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û ji xwe bi şer xera bûbû, tune kir."

Parlamenterê Swêdê Håkan Svennelig ev êrişkariya Tirkiyeyê bi endametiya NATO'yê ve girê da û got, "Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê van êrişên leşkerî dike. Her wiha endamên din ên tifaqa leşkerî ya NATO'yê lê napirsin û van êrişên xwe jî bi giranî bi çekên ji welatên din ên NATO'yê wergirtî dike. Ev yek mînakeke cuda ye ku nîşan dide, divê Swêd çima nebe parçeyek ji tifaqa leşkerî ya NATO'yê."