Sûcên şer ên dewleta Tirk li Kîelê hatin protestokirin
Sûcên şer ên dewleta Tirk li Kîelê hatin protestokirin û li dijî sûcên şer banga yekîtiyê hat kirin.
Sûcên şer ên dewleta Tirk li Kîelê hatin protestokirin û li dijî sûcên şer banga yekîtiyê hat kirin.
Êrîşên dijmirovî yên dewleta Tirk a faşîst yên bi ser Kurdistanê li ber Statsyona Navendî ya Kîela Elmanya hate protestokirin. Çalakî ji aliyê Defend Kurdistan ve hat organîzekirin û Navenda Çanda Kurd a Kîelê, Kurdistan solidarität, Jiyana Jin, Antifa Kîel û gelek Elman tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê bi Kurdî û Elmanî axavtin hatin kirin.
Di axavtinan de hate gotin ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê sûcê şer û dermirovane ne. Axavtvanan bal kişand bi ser bêdengiya raya giştî û li dijî sûcên şer banga yekîtiyê kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên "Bîjî berxwedana YPG” û “Bîjî berxwedana PKK”, “Jin jiyan azadî”, “Kurdischer Arme raus aus Kurdistan” û “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.