Sûcên dewleta Tirk bi reklaman hatin teşhîrkirin

Li Marsîlyayê meha çalakiyan a bêdawî dewam dike. Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan li nava bajêr bi rêya reklaman têne teşhîrkirin.

Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk a dagirker û tecrîd, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hatin teşhîrkirin.

Di çarçoveya meha çalakiyan de li ser parçekirina Kurdistanê ya bi Peymana Lozanê, destpêkirina têkoşîna PKK'ê, destpêka komployê û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, polîtîkayên tecrîdê, berxwedana xwerêveberiyê, êrîşên bi çekên kîmyewî û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîmen hatin amadekirin û li kolanên Marsîlyayê bi reklaman hatin nîşandan.

Vê çalakiyê gelekî bala şêniyên herêmê kişand. Komîteya amadekar diyar kir ku çalakiya wan wê du rojan li kolanên Marsîlyayê dewam bike û bi vî rengî sûcên dewleta Tirk teşhîr bikin.