Standên îmzeyan ên li dijî qedexeyê didomin

Li Saarbruckenê çalakiya standa îmzeyan ya bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ berdewam dike.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, endamên Meclîsa Jinê ya Şîrîn Elemhûlî û Meclîsa Civaka Demokratîk, di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a li dijî qedexeya PKK’ê standa îmzeyan hate vekirin. Di standa îro de gelek îmze hatin komkirin.

Çalakiya standê di navbera saetên 14.00’an û 18.00’an de berdewam kir. Muzîka Kurdî hate lêxistin û gelek îmze hatin komkirin.