Standên îmzeyan ên li dijî qedexeyê didomin - HATE NÛKIRIN-I
Çalakiyên standa îmzeyan ên bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ didomin.
Çalakiyên standa îmzeyan ên bi armanca derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ didomin.
Li bajarên Frankfûrt û Saarbrucken ên Elmanyayê, bajarê Amsterdam a Hollandayê û bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca derxistina PKK'ê ji lîsteya "rêxistinên terorê" standên îmzeyan hatin danîn. Ji bo çalakiya zincîra mirovî ya ji aliyê gelê Tamîlî ve li Frankfûrtê hat lidarxistin piştgirî hat dayin.
FRANKFÛRT
Standa îmzeyan a ku ji 15'ê Çileyê û vir ve bi armanca PKK'ê ji lîsteya "rêxistinên terorê" bê derxistin li navenda bajarê Frankfurtê tê danîn, îro jî bi tevlîbûn û eleqeyeke mezin dewam kir.
Di standa ku li Haûptwache hat danîn de pankartên bi 7 zimanan ku ji bo gelê Kurd edalet tê xwestin û sedema qedexekirina PKK'ê vedibêjin, hatin daliqandin.
PIŞTGIRIYA JI BO ÇALAKIYA ZINCÎRA MIROVÎ YA TAMÎLAN
Li aliyê din nûnerên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfûrtê piştgirî dan çalakiya zincîra mirovî a ji aliyê gelê Tamîlî ve li seranserê Ewropayê hat lidarxistin.
Di çalakiya zincîra mirovî ya ku saet di 14:00’an de li Romerê destpê kir de li ser navê gelê Kurd axaftinek hate kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna gelê Kurd û Tamîlî û êşên wan dişibin hev û girîngiya hevgirtinê hate destnîşankirin. Di axaftina ku gotinên Serokkomarê Tirk ê qatil Erdogan ên "Ez çareseriya Tamîlî dixwazim" hat bibîrxistin de têkoşîna gelan hat silavkirin.
AMSTERDAM
Li meydana Dam ku meydana herî qelebalix a paytexta Hollanda Amsterdamê ye, li dijî qedexeya PKK’ê standa du rojan hate danîn. Xebata standê ku îro dest pê kir, wê sibê jî li heman cihî berdewam bike. Eleqeyek mezin ji standê re hat nîşandan.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê îro jî çalakiya standê ya ji bo PKK ji lîsteya rêxistinê terorê bê derxistin berdewam kir.
Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan de li qada Vîeûx Portê ji aliyê 50 kesî ve di saet 11.00’an û pê de îmze hatin komkirin. Di standê de danasîna pirtûkxaneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Di çalakiya standê de pankarta “PKK rêxistina azadiyê ye“ hate hildan. Her wiha di çalakiyê de çalekgeran êlekên li ser “Ji Abdullah Ocalan re azadî“ li ber xwe kirin û gelek broşur hatin belavkirin.
Çalakiya standê nêzî eleqeyek mezin hat.
Çalakiya standê heta saetên danê êvarî berdewam kir. Hate zanîn ku wê çalakî di hefteyên pêş de ji bidome.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken a Elmanyayê li dijî qedexeya PKK’ê standa îmzeyan ya ji aliyê Meclîsa Jinê ya Şîrîn Elemhûlî û NCDK’ê ve hat danîn.
Di standa ku li ber Galeriya Saarbruckenê hat danîn de bi sedan îmze hatin berhevkirin.
Di çalakiyê de broşurên destan ên balê dikişîne ser Tecrîda dermirovî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li girtîgehên Tirkiyê didome hatin belavkirin. Çalakî di navbera saetên 14:00 û 17:00’an de hat domandin.