Standa îmzeyan ya li Hannoverê: bi sedan îmze hatin komkirin

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan ya li Hannoverê didome de îro bi sedan îmze hatin berhevkirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji bo kampanyaya îmzeyan a ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve ji bo rakirina qedexeya PKK'ê hatiye destpêkirin, standa îmzeyan hat danîn.

Çalakgeran diyar kirin ku gelê Kurd ji ber qedexekirina PKK’ê hatiye krîmînalîzekirin, qedexekirina PKK’ê ya ku li dijî barbariya DAÎŞ’ê li ber xwe dide, pişgirîdayina wehşetê ye. Her wiha hat destnîşankirin ku PKK alîgirê aştî, demokrasî û wekheviyê ye.

Li standê ku rastî eleqeyekî mezin hat, bi sedan îmze hatin berhevkirin.