BI DÎMEN

Sevgî Koyûncû: Biryara Lozanê ya li ser Rojava bangek ji bo Swîsreyê ye

Endama Meclîsa Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû diyar kir ku pêşnûmeyên Rojava yên li meclîsê hatin qebûlkirin biryareke sembolîk nîne, biryara li Lozanê bangek ji bo hikumeta Swîsreyê ye û daxwaza naskirina statuya Rojava ye.

SEVGÎ KOYÛNCÛ

Meclîsa Şaredariya Lozanê rojên derbasbûyî ji bo naskirina statuya Rojava pêşnûme qebûl kir. Xwediya pêşnûmeyan endama meclîsa şaredariyê (Esemble a Gauche) ya ji Yekîtiya Çep Sevgî Koyûncû li ser girîngiya biryarê ji ANF'ê re axivî.

'HATE FÊHMKIRIN KU ROJAVA JI BO KURDAN XETA SOR E'

Sevgî Koyûncû anî ziman ku piştî karekî demdirêj ev pêşnûme hatin qebûlkirin û got, "Ya rast ji sala 2023'an yanî di salvegera 100'emîn a Peymana Lozanê de em li ser vê pêşnûmeyê dixebitîn. Lê belê şert û merc bi temamî neafirî bû. Mezinahiya êrişên ku piştî 6'ê Çileyê destpê kirin û hewldanên jiholêrakirina bi temamî ya Rojava bala raya giştî ya cîhanê kişandibû. Vê pêvajoyê lez da pêşnûmeyê."

Koyûncû bal kişand ser girîngiya çalakiyên piştevaniyê yên li Ewropayê ku di dema êrişên li ser Rojava de hatin lidarxistin û got, "Çalakiyan ne tenê pêşî li qirkirinê girtin. Di heman demê de ji raya giştî ya cîhanê re nîşan da ku Rojava ji bo Kurdan xeta sor e. Xwedîderketina di vê astê de ya li Rojava ji bo Kurdan û dostên wan, bala raya giştî ya cîhanê û dewletan kişand."

'NE BIRYAREKE SEMBOLÎK E'

Koyûncû ragihand ku pêşnûme berê ketibû rojevê û destpêkê rêveberiya şaredariyê ev gav sembolîk nirxand. Koyûncû got, "Destpêkê şaredarî di wê baweriyê de bû ku li qada xwecihî wê nikaribe zêde bi bandor be û ev yek wê bibe gaveke sembolîk. Lê belê piştî ku mezinahiya xwedîderkretinê ya piştî êrişan hate dîtin, hate fêhmkirin ku sembolîk nîne. Qanih bûn ku qebûlkirina statuya xweser a Rojava wê bibe destpêkek ji bo pêşîgirtina li komkujiyan."

'BIRYARA LOZANÊ BANGEK LI SWÎSREYÊ YE'

Koyûncû destnîşan kir ku naskirina statuya Rojava ne tenê ji bo îro, ji bo paşerojê jî wê bê wateya garantiyekê û got, "Sîstema xweser a li Rojava avaniyeke pir çandî temsîl dike ku gelek gel bi hev re di nav de ne. Parastina vê statuyê ne tenê ji bo îro, her wiha ji bo paşerojê jî girîng e. Lozan çaremîn kantona herî mezin a Swîsreyê ye û wergirtina biryareke bi vî rengî gelekî girîng e. Meclîsa şaredariyê ne tenê statukya Rojava nas dike, her wiha bi pêşnûmeyan bang li Swîsreyê dike ku di asta federal de statuya siyasî ya Rojava nas bike û Rojava biparêze. Ji ber vê jî ji bo naskirina statuya xweser a Rojava û pêşîgirtina li komkujiyên bi vî rengî divê hikumeta Swîsreyê bi berpirsyariyê rabe."

'LOZANÊ DA DESTPÊKIRIN, DEWAMA WÊ DIKARE BÊ'

Ji bo biryara meclîsa şaredariya Lozanê sembolîk nemîne Koyûncû işaret bi girîngiya karên dîplomatîk ên ji niha û pê ve kir û got, "Em hem weke partî hem jî weke meclîsa şaredariyê em ê şopdarên vê biryarê bin. Lê belê dîaspora Kurd a li Swîsreyê yan jî dîplomasiya Kurd jî divê şopdarê vê bin. Biryara ku Lozanê wergirt dikare ji bo bajarên din bibe mînak. Lozan bajarekî mezin e ku nifûsa xwe nêzî 170 hezar kes e. Eger Zurich, Cenevre û bajarên din jî biryarên bi heman rengî werbigirin, hingî konfederasyon neçar e ku vê bibîne. Li Swîsreyê nêzî 150 hezar Kurd hene û ev hejmar ne kêm e. Ji ber vê jî divê ne tenê Kurd, her wiha torê piştevaniyê jî pêvajoyê bişopînin."