Serhat: Paradîgmaya Rêbertî li her dera dinyayê belav bûye
Çalakvana TJK-E’yê Zozan Serhat diyar kir wê tu kes nikaribe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têxe bin kontrola xwe û got “Ji ber ku paradîgmaya wî li her dera dinyayê belav bûye.”
Çalakvana TJK-E’yê Zozan Serhat diyar kir wê tu kes nikaribe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têxe bin kontrola xwe û got “Ji ber ku paradîgmaya wî li her dera dinyayê belav bûye.”
Çalakvanên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê de’ meşa dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. Di çalakiya ciwanan de bi navê ‘Rêbertiya gelê Kurd û rastiya komployê’ panelek hate lidarxistin. Çalakvana TJK-E’yê Zozan Serhat tevlî vê panelê bû.
Serhat bi pîrozkirina çalakiya meşê ya ji bo Ocalan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir dewlet ji vê meşa ciwanan ditirse û diyar kir komplo ne bi tenê di 15’ê Sibatê de ji dema ku PKK ava bûye, komplo heye û got “Di komploya pêşînd e Pîlot û Fatma ketin nav partiyê. Piştre li Şam û Bêrûdê ji bo dîlgirtina Rêbertî gelekî êriş kirin. Beriya 9’ê Cotmehê Gladyoya NATO’yê ji bo ku Rêbertî di warê fîzîkî de ji holê rake gelek plan kir lê Rêbertî ev hemû tişt pûç kir. Dema ku Rêbertî hate Ewropayê xwedî lê derketa wê Rêbertî nehate dîlgirtin.”
RÊBERTÎ ÇAVDÊRIYÊN XURT DIKIR
Zozan Serhat qala bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got “Dewletê sîxurek şandibû dibistana li Şamê. Rêbertî rojekê hate dibistanê wê demê heval Fûat perwerdehî dida. Dema ku navber dan perwerdehiyê hemû kom bûn. Ew kes destgîr kirin û ew kes li xwe mikur hat ku serbaz e. Rêbertî bi her awayî çavdêriyên xurt dikir.”
Serhat diyar kir ku wê tu kes nikaribe Rêbertî têxe bin kontrola xwe û got “Ji ber ku paradîgmaya wî li her dera dinyayê belav bûye. Ew çi bikin jî ev paradîgma ketiye pratîkê.”