Li navçeya Neukolln a paytexta Almanyayê Berlînê, bûyera êrişa zayendî ya li hemberî ciwanekî Kurd-Elewî yê 16 salî ku li navendeke ciwanan pêk hat, bû sedema nîqaşan. Îdiaya ku Daîreya Ciwanan (Jugendamt) a navçeyê bûyer ji polîsan re ranegihandiye rastî rexneyan hat û dozgeriyê derbarê mijarê de lêpirsîn da destpêkirin.
Hat diyarkirin ku klûba ciwanan a navborî bi demkî hat girtin û ji bo kesên gumanbar qedexeya ketina navendê hat danîn. Hat ragihandin ku polîtîkayên parastinê, strukturên hundirîn û prosedurên saziyên herêmê dê ji nû ve bên nirxandin.
Li aliyê din, nûnerên Civaka Kurd a Berlîn-Brandenburgê, FED-Kurd, Nav-Berlin, Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Mizgefta Mezopotamyayê, Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, Meclîsa Jinan a Dest-Dan û Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CÊNÎ) bi Sarah Nagel re civiyan.
AGAHÎ JI MIN RE NEHATIN ŞANDIN
Sarah Nagel di hevdîtinê de diyar kir ku ew di 2yê Adarê de ji bûyeran agahdar bûye, lê di wê dîrokê de hemû agahiyên têkildarî îdiaya destavêtinê negihîştine ber destê wê. Nagel da zanîn ku herikîna agahiyan heta Daîreya Ciwanan hatiye lê piştre ji wê re nehatiye ragihandin û got ku ev "biryarek şaş" bûye.
Di civînê de her wiha agahiya ku Daîreya Ciwanan ji dawiya meha Rêbendanê ve derbarê îdiaya êrişa zayendî de hinek nîşan girtine, lê polîs tevli pêvajoyê nekirine û tenê bi tevdîrên hundirîn ên mîna dûrxistina kiryaran ji saziyê sînordar mane, hat parvekirin.
Saziyên jinan destnîşan kirin ku pirsa sereke ev e: "Gava di navendê de îdiayên giran ên tundiya zayendî li hemberî kesekî bin temenê biçûk hebûn, gumanbaran çawa bi mehan karibûn xwe bigihînin navenda ciwanan?" Jinan gotin ku heger îdia bên piştrastkirin, divê berpirsiyariyên siyasî û saziyî bi zelalî werin eşkere kirin. Rayedarên navçeyê û nûnerên saziyên Kurd li hev kirin ku heta lêpirsîn bi dawî bibe hevdîtinên wan berdewam bikin.
DAXÛYANIYA JINAN A PIŞTÎ CIVÎNÊ
Nûnerên saziyan piştî hevdîtinê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya bi tirkî ji aliyê Dilber Çiray û ya bi almanî jî ji aliyê Mehtap Erol ve hat xwendin. Jinan diyar kir ku bûyerê ew "ji kûr ve hejandine û hêrs kirine" û destnîşan kirin ku ew bi mexdûr û malbata wî re di nava piştevaniyê de ne.
Saziyên jinan bal kişandin ku tundiya zayendî ya li hemberî keçan û jinan ne bûyereke tenê ye, pirsgirêkekê pergalî ye û divê navendên ciwanan bibin qadên ewle. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şêwazê destgirtina bûyerê gumanên cidî derdixe holê û îdiayên ku dibêjin "li hemberî îdiayên tundiyê bi biryardarî nehatine sekinîn" hene.
Nûneran her wiha diyar kirin ku nasnameya Kurd-Elewî ya mexdûr rewşê hîn hesastir dike û bûyerên bi vî rengî baweriya bi saziyan dihejîne. Her wiha hat gotin ku ew li dijî vê yekê ne ku ev bûyer ji kampanyayên nijadperest re bibe amûr.
Hat ragihandin ku koma Partiya Çep (Die Linke) a di rêveberiya navçeyê de ji bo ronîkirina pêvajoyê daxwaza lêkolînkirina dosyayan kiriye. Hat diyarkirin ku Sarah Nagel derbarê bûyerê de gilî kiriye û lêpirsîneke serbixwe hatiye destpêkirin.