Salvegera PKK’ê li Marsîlyayê hat pîrozkirin

Kurdên li bajarê Marsîlya yê Fransayê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Pîrozbahî ji aliyê NCDK, TJK û TCŞ’ê ve li salona Palace de Roses hate lidarxistin. Di salona pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan û pankartên bi nivîsa ‘Jin, jiyan, azadî’ hate daliqandin.

Her wiha ji bo gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne quncikek hat amadekirin û standên Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan, TEV-ÇAND û Heyva Sor hatin vekirin.

Hevserokê CDK-F'yê Başûrê Fransayê Sabahatîn Hînîs gel silav kir û li ser navê NCDK’ê axaftin hatin kirin.

 Koma folklora zarokan a TEV-ÇAND’ê û endamên TEV-ÇAND’ê Hozan Farûk, Mîr Perwer, Meral Alkan û Seyda Perînçek derketin ser dikê.