Salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê li Montpellierê hate silavkirin
Pîrozbahiya bi coş a salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê bi beşdariya jin û ciwanan, li Montpellierê pêk hat.
Pîrozbahiya bi coş a salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê bi beşdariya jin û ciwanan, li Montpellierê pêk hat.
Salvegera 44'an a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bajarê Montpellier ê Fransayê ji aliyê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ve bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Çalakî li salona konferansê ya Şaredariya Montpellierê pêk hat. Alîkarê Şaredarê Montpellierê û Jiyana Bi hev re ya 34'an Clar Hart jî tevlî pîrozbahiyê bû.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê yên Kurdsitanê, bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd Şervan A. axivî.
Şervan A. bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku wan sala 44'an li pey xwe hiştin û tevî hemû destketiyên xwe dis ala 45'an de wê li gel Rêbertî yê azad bijîn.
Piştî axaftinan hunermend Koma Çarsînor, Kawa, Ozan Comerd û Seher derketin ser dikê û beşdaran li dora stranên wan govend gerandin.
Berdevka Kolektîfa Piştevaniya bi Gelê Kurd re Delphi Petit piştre axivî û destnîşan kir ku wê her tim bi têkoşîna mafdar a gelê Kurd re bin.
Çalakiya ku heta derengiya şevê dewam kir bi dirûşma "Bijî PKK" bi dawî bû.