Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li Frankfûrtê hat pîrozkirin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi dirûşmeya “Bijî Şoreşa Rojava” salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava hat pîrozkirin.

Li Frankfûrtê, Kurd û enternasyonalîst, ji bo xwedî derketina li Şoreşa Rojava, parastin û vejandina wê, di salvegera 10’emîn a şoreşê de hatin ba hev.

Li bajarê Frankfûrtê, bi dirûşma “Di salvegera 10’emîn de demokrasî, azadiya jinan, ekolojî” şahiyek hat lidarxistin.

Şahî ji aliyê Women Defend Rojava, RîseÛp4Rojava, Meclîsa Jinan a Amarayê, Meclîsa Civaka Kurd a Frankfûrtê, Stadtfreûndschaft Frankfûrt-Kobane e.V, YXK û JXK’ê ve hat lidarxistin.

Şoreşa Rojava ya di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çêbû, bala gelek derdorên demokrasîxwaz kişand, di qadên azadiya jinan, ekolojî û qadên weke wan de ji gel û şoreşgeran re timî dibe hêvî û îlham.

Tevî gefên bênavber ên dagirkeriyê, êrîşên îdeolojîk û ambargoya li ser Rojava, hewldana avakirina jiyaneke alternatîf li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji enternasyonalîst û şoreşgerên li deverên cûda yên cîhanê re dibe çavkaniya îlhamê.

Di şahiya ku saet di 15:00’an de li Babenhaûser Landstraße 6 Frankfûrt am Maînê destpê kir de, ji ber metirsiya ku dibe êrîşeke mezintir li ser Rojava pêk bê, aktîvîstan banga hestiyariyê kir û destnîşan kirin ku divê nirxên civakî li ser navê mirovahiyê bên parastin.

Piştî axaftinan, şahî, bi bernameya muzîkê ya Koma Hezexê dewam kir.