BI DÎMEN

Salih Muslim li Helsînkiyê hate bîranîn

Ji bo Salih Muslim li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê bernameyek bîranînê bi tevlîbûna gelek rêxistinan hat lidar xistin.

Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê merasîmek ji bo bîranîna siyasetmedarê Kurd Salih Muslim hate lidar xistin. Bername ji hêla Komîteya PYD’yê ya Fînlandiyayê ve hate organîzekirin û her wiha nûnerên hemû partî û rêxistinên Kurd beşdar bûn.

Peyamek hevpar li ser navê 12 partî û rêxistinên Kurd hate xwendin. Piştre, li ser jiyan û têkoşîna Salih Muslim axaftin hatin kirin.

Di dawiya bernameyê de, sînevizyonek ku li ser jiyana Salih Muslim hatibû amadekirin hat nîşandan.