Sala 44’emîn a PKK’ê li Rennesê bi coş hat pîrozkirin
Hevserokê Kongra Gel Remîz Kartal tevlî pîrozbahiyê bû û diyar kir ku serkeftina Şoreşa Rojava, tê wateya azadiya hemû gelan û banga rabûna li dijî êrîşên dagirkeran, kir.
Hevserokê Kongra Gel Remîz Kartal tevlî pîrozbahiyê bû û diyar kir ku serkeftina Şoreşa Rojava, tê wateya azadiya hemû gelan û banga rabûna li dijî êrîşên dagirkeran, kir.
Li bajarê Rennes ê Fransayê, salvegera 44’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), hat pîrozkirin. Pîrozbahî di saetên şevê de li salona Saînt-Aûbîn du Cormîerê destpê kir û heta saetên derengî dewam kir.
Kurdistaniyên li Renes û bajarên derdor dijîn û gelek dostên Kurdan, tevlî pîrozbahiya sala 44’emîn bûn. Malbat û hevalên şervanê bi eslê xwe Fransî, Olîvîer le Claînche (Kendal Breîzh) ku 10’ê Sibata 2018’an li Berxwedana Serdemê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de şehîd bû, tevlî pîrozbahiyê bûn.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di merasîmê de axivî û diyar kir ku têkoşîna PKK’ê ji mirovan re bûye hêvî. Kartal destnîşan kir ku li hemberî PKK’ê sûcê şer ê derexlaqî tê kirin û wiha got: “Divê em li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê ku tecrîd û sûcê şer dikin, hîn zêdetir têbikoşin. Em berxwedana gelê Kurd, bi pêşengiya PKK’ê bi serkeftinê tacîdar bikin. Serkeftina gerîla û Şoreşa Rojava, tê wê wateya diyariya azadiyê ya ji bo hemû gelan. Lewma em dibêjin ku divê her kes li dora vê berxwedana ku bi pêşengiya gelê Kurd tê dayîn, kom bibe.”
Di axaftinên li ser navê dostên Kurdan hat kirin de, di şexsê Kendal Breîzh de hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê hatin bîranîn û peyama piştevaniya bi gelê Kurd re hat dayîn.
Di merasîmê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê li ber xwe didin û girtiyên li girtîgehan li ber xwe didin, hatin silavkirin. Piştî temaşekirina sînevîzyonê Koma Muzîkê ya Zarokan a Lorîent ku ji zarokên Kurdistanê pêk dihat, Koma Avaşîn, Nûarîn, Mîr Perwer û Deza Amed stran gotin û beşdar bi coş kirin.
Pîrozbahiya ku bi gerandina govendê heta saetên derengî dewam kir, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.