KNK: Divê Kurd hêza parastinê mezin bikin
KNK’ê êrîşa li ser pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Divê em Kurd li hember van êrîşan xwe biparêzin, hêza parastinê mezin bikin û yekîtiya xwe xurttir bikin.”
KNK’ê êrîşa li ser pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Divê em Kurd li hember van êrîşan xwe biparêzin, hêza parastinê mezin bikin û yekîtiya xwe xurttir bikin.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî şehadeta 6 Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî wiha ye:
“Êrîşên Îranê û yên komên çekdarên nêzîkî Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de doh bi şev gelek caran êrîşî Herêma Kurdistanê hate kirin. Bi vê ve girêdayî serê sibehê Îranê bi fuzeyan êrîşî hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê kir. Êrîş li sînorê Xelîfanê yê ser bi Îdareya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê pêk hat. Di encama êrîşê de 6 pêşmerge şehîd bûn û 30 pêşmerge jî birîndar bûn.
Em weke KNK’ê vê êrîşa hovane û hemû êrîşkaran bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Ji şehîdan re rehmetê, ji birîndaran re şifayê, ji malbatên şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.
Em Kurd terefê vî şerî nînin lê mixabin ji despêka şer ve, gel û welatê me di bin êrîşan de dimîne. Bi vê munasebetê em carekî din bang li terefên şer dikin û dibêjin, şerê xwe neynin welatê me û êrîşên xwe yên ser welatê me rawestînin. Mafê me yê bersivdayînê heye û gelê Kurd wê xwe biparêze. Her wiha divê hikûmeta Iraqê li hember van êrîşan bê deng nemîne û hem çekdarên nêzîkî Îranê rawestîne û hem li hember êrîşên Îranê tedbîrên pêwîst bigre.
Her çend em terefê vî şerî nebin jî, lê êrîş li ser welat û gelê me têne kirin. Divê em Kurd li hember van êrîşan xwe biparêzin, hêza parastinê mezin bikin û yekîtiya xwe xurttir bikin. parastina Başûrê Kurdistanê parastina hemû Kurdistanê ye. Em ê bi hemû hêza xwe, deskeftên Başûrê Kurdistanê biparêzin.