BI DÎMEN

Haydar Sever ber bi Dersimê ve hat oxirkirin

Welatparêzekî ji Dersimê Haydar Sever ê ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma li Nurtingenê ber bi Dersimê ve hat oxirkirin.

Welatparêzekî ji Dersimê Haydar Sever (90) ji ber nexweşiyekê di 20’ê Adarê de li Stuttgart ê Elmanyayê jiyana xwe ji dest da. Haydar Sever piştî merasîma li Cemexaneya Elewiyan a Nurtingenê ber bi bajarê ku lê jidayikbûye Dersimê ve hat oxirkirin. 

Haydar Sever di salên 1960’î de wekî karker hatibû Elmanyayê, di tevahiya jiyana xwe de di nava tevgera sendîkayê de xebat meşandû beşdarî çalakiyên partiyên siyasî bû.

Keça wî di merasîmê de axivî û bi gotina “Ew ne tenê bavê min bû, ew heavlê min bû, welatê min bû. Ew çîrokbêj û vebêjekî Dersimê bû. Her tim ji min re qala welatê min dikir" hestên xwe anî ziman.

Piştî axaftinan, hunermend Alî Baran zêmara "Dersîmo" got.

Merasîma ku malbat, heval û hezkiriyên Haydar Sever beşdar bûn, piştî xwendina gulbangan, ber bi bajarê ku lê jidayikbûye ve hat oxirkirin.