Li Marignane şehîd hatin bîranîn
Şêx Murşîd Xeznewî yê ku beşdarî bernameya bîranînê ya li Marignane ya Fransayê bû, diyar kir ku têkoşîna şehîdan wê berdewam bike.
Şêx Murşîd Xeznewî yê ku beşdarî bernameya bîranînê ya li Marignane ya Fransayê bû, diyar kir ku têkoşîna şehîdan wê berdewam bike.
Kurdistaniyên li Marignane ya Fransayê ji bo bîranîna şehîdên Azadiya Kurdistanê hatin gel hev. Gelek kes beşdarî merasîma bîranînê ya li hola Place les Palmiersê hat lidarxistin bûn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê Şêx Murşîd Xeznewî axaftinek kir û hemû şehîdên Kurdistanê bi dilovanî û minetdarî bi bîr anî.
Xeznewî diyar kir ku bendewariya herî mezin a şehîdan berdewamiya bênavber a têkoşîna wan bû û anî ziman ku ciwanên Kurd tevî şert û mercên dijwar jî dev ji têkoşînê bernedane. Xeznewî destnîşan kir ku kesên ku di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane wê ji hêla gelê Kurd ve neyên jibîrkirin û bi bîr xist ku mîrateya ku wan li pey xwe hiştine wê berdewam bike.
Xeznewî di axaftina xwe de behsa Salih Muslim, helbestvan Ehmed Huseynî û rojnamevanê Çapemeniya Azad Osman Kiliç jî kir û diyar kir ku têkoşîn û helwestên wan ji bo gel mînakên girîng in.
Beşdaran piştî fitarê dîsa hatin gel hev. Bîranîn bi peyamên dilsoziya bi şehîdan re û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.