Li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji hêla Navenda Civaka Kurd ve ji bo pîrozkirina meha Remezanê bernameyek fitarê hat lidarxistin. Piştî fitara ku gelek beşdar bûn, civîna gel hat lidarxistin.
Siyasetmedar Cuma Tak beşdarî civînê bû. Di civînê de pêşketinên dawî yên siyasî, leşkerî û dîplomatîk li seranserê Kurdistanê hatin nîqaşkirin, pirsên beşdaran li ser rewşa Rojava, tecrîda li Îmraliyê û nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya di navbera Kurdan de hatin kirin.
Cuma Tak di civînê de axivî û diyar kir ku Şoreşa Rojava ne tenê destketiyek e ku bi Sûriyeyê ve sînordar e, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn alternatîfek demokratîk pêşkêş dike. Tak anî ziman ku tevî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî jî, îradeya jiyana bi hev re ya gelan li Rojava berdewam dike û parastina van destkeftiyan berpirsiyariya hevpar a gelê Kurd e.
Cuma Tak behsa şer û pevçûnên heyî yên li Îranê kir û destnîşan kir ku ev pêşketin dikarin ji bo Rojhilatê Kurdistanê derfetên siyasî yên nû vebikin û anzî ziman ku valahiya desthilatdariyê ya ji ber vê yekê dikare rê li ber statû û avahiyek nû li Rojhilatê Kurdistanê veke.
Yek ji mijarên girîng ên civînê salvegera yekem a banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bû. Cuma Tak diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê ne tenê li dijî kesekî ye, di heman demê de li dijî îradeya gelê Kurd a ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk e jî. Tak destnîşan kir ku perspektîfa konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo îro ji her demê bêtir rojevî ye.
Tak pirsên li ser yekîtiya neteweyî bersivand û anî ziman ku divê tu Kurd nekeve nav lîstikên kesên ku xwe wekî "neteweperestên Kurd" nîşan didin û li ser medyaya dîjîtal gotinên provokatîf belav dikin. Tak diyar kir ku heqaret û êrîşên di şexsê Rêber Apo de li li dijî nirx û rêbertiyê tên kirin ji hêla gelê Kurd ve nayên qebûlkirin.
Civîn bi bangên ji bo hevgirtinê, xurtkirina têkoşînê û bi dirûşmeya "Bijî Rêber Apo" bi dawî bû.