BI DÎMEN

Pirsgirêka Kurd li NY’ê ye: Tirkiye li gorî peymanan tevnagere, bersivê nade gavên Ocalan

Di çarçoveya 61’emîn Rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de konferans hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku Tirkiye mafên kêmneteweyan binpê dike, biryara "mafê hêviyê" bi cih nayne û binpêkirinên li Rojava li dijî hiqûqa navneteweyî ne.

Di çarçoveya 61’emîn Rûniştina Mafên Mirovan a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, ku di 23’yê Sibatê de li Ofîsa Cenevreyê NY’ê dest pê kir û wê heta 31’ê Nîsanê berdewam bike, konferansek bi navê "Mafên Kêmneteweyan: Rewşa li Tirkiye û Sûriyeyê" ji hêla Tevgera Dostaniya Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) ve hat lidarxistin. 

Konferans ji hêla Nûnerê Daîmî yê MRAP’ê yê NY’ê Gianfranco Fattorini ve hate birêvebirin. Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Mafên Kêmneteweyan û Profesorê Zanîngeha Cenevreyê parêzer Nicolas Levrat, endama Enstîtuya Mafên Mirovan a Komeleya Baroya Navneteweyî (IBAHRI) parêzer Eleonora Scala û parêzerê Brîtanî Stephen C. Knight wekî axaftvan beşdar bûn.

LEVRAT: DIVÊ TIRKIYE LI GOR PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ TEVBIGERE

Raportorê Taybet Nicolas Levrat di konferansa ku gelek nûnerên dewletan beşdar bûn de ewilî axivî. Nicolas Levrat li ser mafên kêmneteweyên li Tirkiye û Sûriyeyê yên ku ji peymanên navneteweyî derdikevin pêşkêşiyek kir. Levrat diyar kir ku di çarçoveya NY’ê de, mafên kêmneteweyan mafê kêmneteweyên etnîkî, olî, zimanî, an çandî yên parastin û pêşxistina nasnameyên xwe dihewîne. Levrat anî ziman ku bingeha sereke ya van mafan benda 27’emîn a Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî (ICCPR) ye û got, “Li gorî vê bendê, civakên ku aîdî kêmneteweyên etnîkî, olî, an zimanî ne nabe ku ji mafê jiyana çanda xwe, îfadekirin û pratîkkirina zimanê xwe û bikaranîna zimanê xwe bêpar bên hiştin. Ev bend ji bo dewletên îmzekar derbasdar e."

Levrat destnîşan kir ku peymanek din a girîng Peymana Navneteweyî ya Mafên Aborî, Civakî û Çandî (ICESCR) ye û anî ziman ku her çiqasî ev peyman hemû kêmneteweyan yek bi tek nahejmêre jî ew bendên wekî mafê perwerdeyê, mafê beşdarbûna jiyana çandî û qedexekirina cudakariyê dihewîn, dewlet mecbûr in ku wê bi cih bînin.

Levrat destnîşan kir ku hem Tirkiye û hem jî Sûriye di gelek peymanên parastina mafên kêmneteweyan de alî ne û erkên Tirkiyeyê yên benda  27’an a ICCPR’ wiha rêz kir: "Divê destwerdanê li jiyana çandî ya kêmneteweyan neke. Divê rê li ber karanîna ziman û olê negire. Divê rê li ber cudakariyê bigire. Divê rêya serlêdanên ji bo mafên mirovan veke.”

Levrat anî ziman ku ji ber ku Tirkiye têgeha kêmneteweyan di çarçoveya Peymana Lozanê de şîrove dike, gelek kêmneteweyên wekî Kurdan ji van mafan bêpar in û wiha berdewam kir: "Li gorî Peymana Lozanê, statuya kêmneteweyan bi fermî ji civakên ne-Misilman ên li Tirkiyeyê re tê dayîn. Tirkiye pênaseya kêmneteweyên li ser bingeha etnîkî, mînak wekî Kurdan fermî qebûl dike."

Raportorê Taybet Levrat destnîşan kir ku Tirkiye, wekî endamek Konseya Ewropayê mecbûr e ku gelek mekanîzmayan bi cih bîne û got, "Girîng e kuhem di çarçoveya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û hem jî di çarçoveya peymanên Konseya Ewropayê de mirov ji bo ku Tirkiye rêzê li mafên kêmneteweyan bigire, bixebite." 

PR. SCALA: LI HEMBERÎ GAVÊN OCALAN NÊZÎKATIYEK TUNEYE

Parêzera Îtalyan Eleonora Scala, li ser pêşkêşiya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku Rêber Apo daye destpêkirin, axivî. Eleonora Scala bi bîr xist ku ew bi boneya salvegera yekemîn a banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê li Tirkiyeyê bû û li wir bi gelek derdoran re hevdîtin pêk anîne; geşedanên di nava pêvajoya salekê de qewimîne parve kir. Eleonora Scala bi bîr xist ku Rêber Apo ji bo serkeftina pêvajoyê û ji bo destpêkirina pêvajoya entegrasyona demokratîk bangeke nû kiriye û destnîşan kir ku li hemberî gavên şênber ên aliyê Kurd, ji hêla dewletê ve gavên ku baweriyê bidin pêvajoyê nehatine avêtin.

MAFÊ HÊVIYÊ NAYÊ SEPANDIN

Parêzer Eleonora Scala destnîşan kir ku tevî rola Rêber Apo ya di xala çareserkirina pirsgirêkê de, di mercên dîlgirtina wî de ti guhertin çênebûye û got: “Birêz Ocalan vê pêvajoyê ji girtîgeha xwe ya li Îmraliyê, yanî di bin mercên tecrîdê de dimeşîne. Gelek sal in ew di bin mercên tecrîdeke giran de tê girtin û ev bêhiqûqiya ku ew pê re rû bi rû maye, ji nêz ve ji hêla gelek saziyên navneteweyî ve hat şopandin. Tevî gelek biryarên derbarê wî de hatine dayîn, di mercên wî de guhertineke mezin çênebû.”

PARÊZER KNIGHT: LI ROJAVA DIVÊ HESAP BÊ DAYÎN

Parêzerê Îngilîz Stephen C. Knight jî pêşkêşiyek kir ku bal kişand ser êrişên hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ên li ser Rojava. Parêzer Stephen C. Knight, di pêşkêşiya xwe ya berfireh de bal kişand ser encamên ku êrişên li ser Rojava di warê hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan de afirandine.

Parêzer C. Knight diyar kir ku di pêvajoya êrişan de binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên wekî; desteserkirinên keyfî, windakirina bi darê zorê, bikaranîna hêza nehevseng li dijî sivîlan, talankirina milkan û sepandinên koçberkirina bi darê zorê hatine belgekirin û destnîşan kir ku hiqûqa mirovî ya navneteweyî hatiye binpêkirin. Knight bal kişand ku di çarçoveya hiqûqa mirovî ya navneteweyî de parastina sivîlan erkeke bingehîn e û diyar kir ku divê mekanîzmayên lêpirsînê yên serbixwe bikevin dewrê û berpirsiyar li pêşberî hiqûqa navneteweyî hesab bidin.