Komek Kurdistaniyên li Brukselê kesên di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hatine qetilkirin bi bîr anîn.
Bîranîna ku ji hêla Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Civaka Jinên Azad ên Rojhilat (KJAR) ve hat lidarxistin, saet di 18.00’an de li ber îstasyona navendî ya li paytexta Belçîka Brukselê dest pê kir. Piştî daxuyaniyê, wêneyên kesên ku di serhildanên dawî de hatine qetilkirin hatin hilgirtin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku siyaseta Îranê ya herêmê dike milîtarîzm û avahiya ku dixwaze bi xurtkirina sîstema Besîcê ava bike wê nikaribe bi krîz û serhildanan re derkeve serî. Hat destnîşankirin ku Îran armanc dike ku înternetê qut bike, têkiliya gel bi cîhanê qut bike û komkujiyên ku dike veşêre.
Di axaftinan de wiha hat gotin: "Xwîna me bi xwe ber neherikî. Heta ku em bigihîjin bingeha felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê her tim li kolanan bin û em ê bibin dengê gelê xwe yê ku li Rojhilatê Kurdistanê rabûye ser piyan."
Çalakvanan bang li civaka navneteweyî kirin û ji wan xwestin ku li hember geşedanên li Îranê bêdeng nemînin.
Di daxuyaniyê de bang li malbatên şehîdan hat “kirin û wiha berdewam kir: “Em ê her tim li gel we bin. Daxwazên şehîdan ji bo me peyamek e. Dewlet serdema xwe ya herî qels dijî û ji ber vê yekê bi her cûre zor û zextê êrîşî gel dike. Hevbendiya siyasî ya pênc partiyên sereke yên Rojhilat hêz û moralek mezin dide gel."
Xwepêşandana ku nêzîkî nîv saetê dom kir, bi berzkirina dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bila dijmin baş bizanibe, PJAK hêviya gel e" û "Mirin bo stemkar, çi şah çi jî mele" bi dawî bû.