Li Îngilistanê hedefgirtina têkoşîna siyasî û demokratîk a gelê Kurd û darizandina 6 Kurdan li Dadgeha Cezayê Old Bailey berdewam dike. Di dozê de heta niha 25 rûniştin hatine kirin, bi xwendina îdianameya ku li dijî Alî Poyraz, Ercan Akbal, Turkan Ozcan, Agît Karataş, Berfîn Kurban û Mucahît Sayak hatiye amadekirin bi dawî bû.
Di darizandinê de êpirsîna çalakvanê Kurd Ercan Akbal dest pê kir û gelê Kurd bertek û çalakiyên xwe yên li dijî darizandinê didomînin. Li ser banga Meclisa Gelê Kurd li dijî krîmînalîzekirina Kurdan li ber avahiya Old Bailey xwepêşandan hat lidarxistin.
Di xwepêşandanê de pankarta “Dawî li krîmînalîzekirina Kurdan binın” û “Bê hiqûqiya li dijî Kurdan rawestînin” hat hildigirt û dirûşmeya "Şerm bikin” hat berzkirin. Rojnamevan Mark Campbell ê ku beşdarî xwepêşandanê bû û piştgirî da xwepêşandanê û diyar kir ku gelê Kurd bi polîtîkayeke krîmînalîzekirinê ya li dijî jiyana xwe ya azad û demokratîk re rû bi rû ye. Campbell anî ziman ku gelê Kurd ê li welatê xwe bi zilm, tundî, êşkence û înkarkirinê re rû bi rû dimîne ne bes e, ji ber ku aştiya civakî û demokrasiyê dide pêş ji hêla daraza Îngîlîz ve jî tê krîmînalîzekirin û gor ku ev yek cihê şermê ye.
Akademîsyen û siyasetmedarek ji Kampanyaya Li Dijî Krîmînalîzekirina Civakan Les Ledwidow jî darizandina Kurdan bi tundî rexne kir. Les Ledwidow diyar kir ku wan pêşbînî kiribû ku Qanûnên Dijî Terorê yên Îngiltereyê yên 2001’an wê bi taybetî ji bo krîmînalîzekirina Kurdan û kesên ku bi wan re hevgirtî ne werin bikaranîn û destnîşan kir ku çalakvanên Kurd bi rêya qedexeya PKK’ê ya li Îngilistanê hedef tên girtin.
DIXWAZIN KURDAN BITIRSÎNIN
Levidow destnîşan kir ku mirov ji ber beşdarbûna xwepêşandanekê yan hilgirtina pankartekê li gorî qanûnên terorê têne lêpirsînkirin û wih berdewam kir: “Di demeke ku tevgera Kurd li Tirkiyeyê li dijî otorîteriyê têdikoşe de dewleta Îngiltereyê bi polîtîkayên zextê yên Tirkiyeyê re hevaheng kiriye û li vir jî dest bi krîmînalîzekirina Kurdan kiriye. Ev ji bo mafên demokratîk gefeke cîdî ye. Berteka me ev bû: Ev qanûna ku bi hinceta têkoşîna li dijî terorîzmê hatiye derxistin, di rastiyê de wekî amûrek ji bo bêdengkirina muxalefeta siyasî û bi taybetî jî ji bo tirsandina civaka Kurd tê bikaranîn û berxwedana li hember vê yekê ji bo parastina mafên demokratîk pêdivîyek e."
DIVÊ LÊPIRSÎNÊN NEHEQ Û SIYASÎ BI DAWÎ BIBIN
Li ser navê Meclisa Gelê Kurd Nejla Arî axivî û bal kişand ser polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên ku polîsên Îngilîz li dijî gelê Kurd dane destpêkirin û got: "Serdegirtinên hevdem ên ku di şeva 27’ê Mijdara 2024’an de li dijî Navenda Civaka Kurd û malên endamên me hatin kirin, ne tiştekî rûtîn bûn; Ev taktîkek eşkere ya çavtirsandinê ye ku armanc dike civaka Kurd li Îngiltereyê çavtirsandî û krîmînalîze bike. Derî hatin şikandin, bi zorê ketin malan, malbat û zarok trawmatîze bûne; hêza giştî ne ji bo parastinê, ji bo hedefgirtinê hatiye bikaranîn. Tevî ku dem di ser re derbasbûye jî pêvajoyên qanûnî yên berdewam xuya dikin ku hewl didin bi hincetên siyasî sûc biafirînin
Kurdên ku ji ber zilm û cudakariyê welatê xwe terikandin, bi baweriya ku nirxên demokratîk li vî welatî tên parastin, hatine vir wê vê yekê qebûl nekin. Divê lêprisînon neheq û siyasî demildest bi dawî bibin; divê rûmet, maf û hebûna demokratîk a civaka me were misogerkirin. Tirs nikare me bêdeng bike, polîtîkayên çewisandinê nikarin têkoşîna me ya rewa û demokratîk rawestînin.”
Piştî axaftinan, girseyê bi stranên Kurdî xwepêşandana xwe berdewam kirin.