Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo nivîskar, zimanzan û wergêrê Kurd Mehmet Emîn Bozarslan ê ku li Uppsala ya Swêdê 45 salan li sirgûnê jiya û koça dawî kir, peyamek sersaxiyê weşand. KNK’ê ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Daxuyaniya KNK'ê wiha ye;
"Jibo Gelê Kurdistanê
Jibo malbata Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan
Xebera xembar û dilsoj ya wefata Mamostayê mezin yê ziman, çand û edbîyata Kurdî Birêz Mehmet Emîn Bozarslan, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan, dema ku li Turkîya û bakura Kurdistanê, Kurdbûn, navê Kurdan, çand û zimanê Kurdan qedaxe bû û xwelîya mirinê li ser Kurdan dibarîya, ewî li hember vê rewşê bi wêrekane helwest girt û derket meydanê. Ji çapkirina elfabeya Kurdî ya tîpên Latînî despêkir û berhemên klasîk yên edebîyat û dîroka Kurdî wegerand ser tîpên Latînî û çapkirin û gelek ji wan jî wegerand zimanê Tirkî. Li ser vê xebata xwe bi israr rawesta û ji ber vê jî hate girtin û salan di zîndanên dewleta Tirk de ma.
Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan, ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî di sala 1979an da derket Ewropa. Li Ewropa jî heman kar û xebata xwe berdewamkir. Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan, heta dawîya emrê xwe jî, ji ziman, edebîyat, çand û dîroka Kurdî re xizmetek mezinkir û dehan berhemên mezin derxist holê. Ew bi vê xebata xwe ya bê hempa bû mamostayeke mezin yê çand, dîrok, ziman û edebîyata Kurdî û Kurdistanê.
Em ji ber wefata Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan gelek xemgînin, xemgînîya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, xebatkarên ziman û edebîyata Kurdî û endamên malbatê.
Mamosta Mehmet Emîn Bozarslan, bila çavên te di şûnde nemînin, keda te vale neçûye, hezaran şopdarên te hen û wê li ser rêya te bimeşin, wê axîn û wesyetên te pêkbînin."