Şandeya ku ji Hevserokê Federasyona Civakên Demokratîk ên Kurd ên Awûstralyayê (FDKS-A) Brusk Ayveri, endama Meclisa Şaredariyê ya Partiya Karker Mîra Îbrahîm, endamê Meclisa Şaredariyê ya Partiya Kesk Îsmet Taştan, namzeta parlamenteriyê ya Partiya Karker Dilvan Bîrcan û nûnerê Komîteya Dîplomasiyê ya FDKS-A Baran Sogut pêk dihat, li paytext Canberrayê du rojan bi partiyên siyasî yên li Parlamentoya Awûstralyayê re civiyan.
Şande di çarçoveya xebatan de bi parlamenterên Partiya Karker Anne Stanley, Steve Georganas û David Smith; ji Partiya Kesk Senator David Shoebridge, Mehreen Faruqi, û Steph Hodgins-May; Senatorê Serbixwe David Pocock û parlamenterên Partiya Lîberal Julian Leeser, Paul Scarr, û Dean Smith re civiyan.
Parlamenteran di civînan de diyar kirin ku ew ê nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Awûstralyayê Penny Wong re binivîsin û derbarê êrîşên li Rojava daxwaza daxuyaniyek giştî bikin. Her wiha diyar kirin ku ew ê li ser vê mijarê li parlamentoyê axaftinan bikin, li seranserê Awûstralyayê kampanyayên hişyarkirinê bikin û pêînûmeyê pêşkêşî parlementoyê bikin.
Hin parlamenteran li ser girîngiya domandina têkiliyên bi civaka Kurd re rawestiyan û anîn ziman ku Awûstralya li hemberî krîza mirovî ya Rojava divê alîkariya mirovî bike.
Şandeyê bal kişand ser rola girîng a ku hêzên Kurd di şerê li dijî DAÎŞ’ê de dilîzin. Endamên şandeyê bal kişandin ser xetera ji nû ve xurtbûna DAÎŞ’ê û diyar kirin ku bêaramî û pêşketinên leşkerî yên li Sûriyeyê ji rêxistinkirina komên radîkal re zemînekê ava dike.
DAXWAZ
Şandeya Kurd di civînên du rojan de ev daxwaz ji partiyên siyasî re ragihand:
*Divê hikûmeta Awûstralya û Wezîra Karên Derve li dijî êrîşên li ser Kurdên li Rojava helwestek zelal û vekirî bigirin,
*Divê Awûstralya alîkariya mirovî bide Rojava,
*Divê parlamenter hişyariya li ser pirsgirêka Kurd zêde bikin, bala medyayê xurt bikin û hewldanên siyasî bikin.
Şande ji bilî civînên li parlamentoyê, bi gelek dezgehên medyayê yên li Awûstralyayê re jî civiya. Di civînan de aliyên êrîşên li ser gelê Kurd li Rojava, bandora wan a mirovî û fikarên ku hatine hîskirin bi raya giştî re hatin parvekirin.