BI DÎMEN

Kurdistaniyên li Dusseldorf û Bochumê ji bo Rojava daketin kolanan

Kurdistanî û dostên wan ên li eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê li bajarên Dusseldorf û Bochumê meş û çalakî li dar xistin û daxwaza statuya Rojava kirin.

Li bajarê Bochum ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ji bo nîşandana hevgirtinê bi Rojava re meşa girseyî û daxuyanî hat lidarxistin. Girseya ku li ber Hauptbahnhof (Îstasyona Trenê ya Navendî) kom bû, ji wir ber bi avahiya Rathaus (Şaredariyê) ve meşiya.

Di meşê de pankarta ku ala Yekîtiya Ewropayê û wêneya "sê meymûn" li hebû û nivîsa bi zimanê Elmanî "Em ji bo wekhevî, mafên mirovan û demokrasiyê dimirin... Lê hûn li kêleka çi radiwestin, Berlîn?" hilgirtin.

Di daxuyaniya li ber Rathausê de deqeyek rêz girtin û sirûda "Ey Raqîb" hat xwendin. Piştre nûnerê PYD’ê Muhammed Saleh, li ser navê KON MED’ê Mustafa Agir, li ser navê ciwanên MPLD’ê Anna û li ser navê CÎK’ê Mele Salih axaftin kirin. Nûnerê "Rat von Unten" jî di daxuyaniyê de axivî. Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

DUSSELDORF

Li ser banga FED-MED NRW’ê li ber parlamentoya eyaleta Dusseldorfê  daxuyaniya girseyî hat dayîn. Di daxuyaniyê de alên YPG û YPJ’ê, pankartên "Defend Rojava (Rojava biparêze)” û "2+2=1" ku yekîtiya bajarên Kurd temsîl dike, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Hevserokê FED-MED’ê Ehmed Kobanê di daxuyaniya xwe de axivî û got:

"Berxwedana bêhempa ya gel û şervanên Rojava îro ji bo tevahiya cîhanê bûye çavkaniya hêviyê. Lê ji bo ku ev destketî veguherin aştiyeke mayînde û pêşeroja gelên herêmê were misogerkirin, divê Rojava statuyek fermî bi dest bixe. Gelê Kurd heta ku vê statuyê bi dest bixe wê li kolanan be.”

Piştî daxuyaniyê girse berzkirina dirûşmeyan belav bû.