Kurdan li ber Parlamentoya Brîtanyayê dengê xwe bilind kirin: Statuya Rojava nas bikin
Kurdistaniyên li Londonê ber Parlamentoya Brîtanyayê kom bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û bang li Brîtanyayê kirin ku statuya siyasî ya Rojava nas bike.
Kurdistaniyên li Londonê ber Parlamentoya Brîtanyayê kom bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û bang li Brîtanyayê kirin ku statuya siyasî ya Rojava nas bike.
Kurdistaniyên li paytexta Îngiltere Londonê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li ber Parlamentoya Brîtanyayê kom bûn û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silavkirin û banga "Rojava biparêzin, statuya wê nas bikin" hat kirin.
Di çalakiyê de alên YPG û YPJ û Kurdistanê hatin hilgirtin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava", "Terorîst Colanî", "Terorîst Erdogan" û “Çeteyên cîhadîst bicehemin” hatin berzkirin. Her wiha di çalakiyê de pankarta “Defend Rojava" jî hate hilgirtin.
Di çalakiyê de belavokên ku êrîşên li ser Rojava û pergala demokratîk û azadîxwaz a ku li herêmê tê avakirin vedibêjin hatin belavkirin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku Rojava, li dijî çeteyên cîhadîst û rejîmên zordar, destketiyek e û hat gotin ku ne tenê ji bo gelê Kurd, divê ji bo tevahiya mirovahiyê were parastin.
Axaftvanan wiha gotin: “Misogeriya peymanên entegrasyonê yên li Rojava di naskirina statuya wê ya siyasî de derbas dibe. Gel wê Rojava biparêzin. Xwedîderketina li Rojava ya ku di têkoşîna li dijî çeteyên cîhadîst de bi deh hezaran şehîd daye berpirsyariya siyasî û exlaqî ya Îngiltereyê ye."
Axaftvanan êrîşên li London, Manchester û Liverpoolê bi bîr anîn û anîn ziman ku hêzên ku êrîşî Rojava dikin xwedî heman zîhniyetê ne. Axaftvanan bang li Parlamentoya Brîtanyayê kirin û daxwaza naskirina statuya siyasî ya Rojava kirin.
Çalakî bi çepik, dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.