Partiya Kesk a Awûstralyayê pêşnûmeya Kobanê pêşkêşî parlamentoyê kir

Parlamentera Partiya Kesk a Awûstralyayê Abigail Boyd derbarê êrîşên li dijî Kurdên li Rojava, sûcên li dijî mirovahiyê yên hatine kirin û dorpêçkirina Kobanê de pêşnûme pêşkêşî Parlamentoya Eyaleta Galler a Başûrê Nû kir.

Parlamenter Boyd, ligel parlamenterên din ên Partiya Kesk, bi Kurdên li Rojava re civiya û peyama hevgirtinê da.

Di pêşnûmeyêde hat diyarkirin ku zêdebûna tundiya li dijî sivîlên Kurd ên li Sûriyeyê di nav civaka Kurd a li Awûstralyayê de rê li ber fikarên kûr vekiriye.

Di pêşnûmeyê de bi taybetî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û dorpêçkirina Kobanê ya hefteyan dom kir.

Partiya Kesk diyar kir ku xizmetên bingehîn li bajêr hilweşiyane; gihîştina xwarin, av, elektrîk, sotemenî û pêdiviyên bijîşkî hatine qutkirin.

Li gorî rêxistinên mirovî, li Kobanê ji ber serma, nebûna derman û sotemeniyê herî kêm şeş zarok jiyana xwe ji dest dane; pitikek ji ber kêmbûna oksîjenê jiyana xwe ji dest da.

Di pêşnûme hat gotin ku agirbest wekî taktîkek ji bo jiholêrakirina hebûna siyasî ya Kurdan tê bikaranîn û bal kişand ser tundiya berfireh, koçberkirina bi darê zorê û girtina keyfî ya sivîlên Kurd.

Partiya Kesk bang li hikûmeta Awûstralyayê kir ku di bin çavdêriya navneteweyî de mekanîzmayek lezgîn bê avakirin, Kobanê jî di nav de alîkariya mirovî ji deverên dorpêçkirî re bê gihandin, ji bo parastina mafên siyasî û mirovî yên Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo zêdekirina piştgiriya mirovî ji bo sivîlên koçber tevkariyê bike.